Rûspiyên eşîrên ereban: Bi hevgirtinê em ê li hemberî êrişên Osmaniya nû bisekinin

Rûspiyên eşîrên ereban diyar kir ku gelê Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi komkujiyên nû re rû bi rû ne. Li ser vê bang li gelan kir ku yekitiya xwe ava bikin, hebûna xwe biparêzin û li dijî êrişên Osmaniya nû bisekinin.

Rûspiyên eşîrên ereban: Bi hevgirtinê em ê li hemberî êrişên Osmaniya nû bisekinin
8 gulan, 2022   00:46
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Gelên Kurd û Ereb ji aliyê osmaniyan ve rastî siyasetên dijminane û komkujiyan hatin. Armanc ji wan jî qirkirina her du galan bû. Niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide heman dîrokê zindî bike.

LI DIJÎ GELÊN ROJHILATA NAVÎN QIRKIRIN Û KOMKUJÎ

/kr/uploads/files/2022/05/07/175818_-.webp

Têkildarî mijarê nûnerê eşîra El-Sade, Hisên El-Sade bi bîr xist ku di serdema xîlafeta osmaniyan de li dijî gelên Kurd û Ereb komkujî, êrişên qirkirinê û siyasetên dijmiane hatin kirin û got, serdema dagirkerî ya osmaniyan, ji serdemên herî tarî di jiyana Kurd û Ereb, tevahî gelên Rojhilata Navîn ji Asur, Suryan û hwd de bû.

El-Sade bal kişand ser yek ji komkujiyên herî mezin ên ku osmaniyan li dijî kurdan pêk anî bû û got: "Komkujiya Dêrsimê ji bo mirovahiyê rûreşiyek bû. Ji ber ku bi hezaran jin, xityar û zarok hatin qetilkirin. Her wiha gelek komkujiyên din bi armanca qirkirina gelan hatin kirin."

El-Sade îşaret pê kir ku Ereb jî ji aliyê osmaniyan ve rastî gelek komkujî û qirkirinan hatin ku mezin û biçûkên wan bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

'NETEWEYA DEMOKRATÎK PARASTINA HEVGIRTINA CIVAKÎ KIR'

El-Sade anî ziman ku her du pêkhateyan bi hevgirtinê xwe ji êrişên qirkirinê yên ji aliyê osmaniyan ve parastin û got: "Niha jî her du gel li ser destên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide împeratoriya Osmaniya ya nû ava bikin, rastî heman êrişan tên. Dewleta Tirk hewl dide fitneyan di navbera her du pêkhateyan de derxîne.''

Hisên El-Sade îşaret bi yekitiya leşkerî û civakî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê Rêveberiya Xweser de û wiha axivî: "Ji encamên hevgirtina her du pêkhateyan hêzeke leşkerî û Rêveberiya Xweser hatin avakirin ku parastina mafên hemû gelan û hevgirtina civakî ya li herêmê dike."

El-Sade destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û fikrê neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, her du pêkhate ji êrişên qirkirinê û komkujiyan parastin.

Têkildarî rola şêxên eşîrên Kurd û Ereb di parastina pêkhateyan ji êrişên qirkirinê yên nû de, El-Sade got, şêxên eşîran roleke sereke di parastina gelan û biratiya gelan de dilîzin, her wiha rola wan di parastina destkeftiyên bi saya şehîdên her du aliyan hatine bidestxistin de esasî ye.

Hisên El-Sade wiha axaftina xwe domand: "Dewleta Tirk a dagirker gefên êrişeke berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ji ber vê yekê divê em hişyar bin, bi hev re li hemberî van êrişan bisekinin. Bi yekitiya xwe em ê li hemberî êrişên Osmaniya nû bisekinin."

'JI BO PARASTINA XAKÊ DIVÊ EM HEVGIRTINA NIŞTIMANÎ XURTTIR BIKIN'

/kr/uploads/files/2022/05/07/175837_-.webp

Nûnerê êla Şerabîn a li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdûn jî îşaret bi adat û pîvanên dîrokî yên di navbera pêkhateyan de yên bi armanca xurttkirina hevgirtina niştimanî û parastina herêmê ji hemû êrişan kir û ev lê zêde kir: "Li dijî êrişên terorê û ji bo misogeriya jiyaneke bi rûmet, eşîr xwedî pîvanên girîn in.''

El-Hemdûn bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên derxistina fitnayan di navbera pêkhateyan de û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker bavê ruhî yê DAIŞ'ê ye, di dîrokê de xwedî çandeke xwînmij e, hewl dide fitneyan di navbera Kurd û ereban de derxe, lê Kurd û Ereban bi hev re re terorê têk bir û li dijî êriş û siyasetên fitneyan sekinîn."

'EM Ê LI DIJÎ FITNEYAN BISEKININ'

El-Hemdûn ev li axaftina xwe zêde kir: "Em rê nadin tu hêzan ku bi êrişên xwe yên dagirkerane bi vîna gelê me bilîzin, em ê piştgiriya ewlehî û aştiya di navbera gelê Sûriyê de bikin. Em ê li dijî projeya fitneyê ya dewleta Tirk bisekinin da ku parastina têkiliyên civakî yên dîrokî yên di navbera me de bikin."

El-Hemdûn anî ziman ku dewleta Tirk bi rijandina xwînê, dagirkirina herêmê û koçberkirina gelê herêmê xwedî armanc e, lewma divê gel li hemberî van siyasetan bisekinin û wiha dewam kir: "Hevgirtina eşîran navgîna herî sereke ya parastina herêmê ye."

Nûnerê êla Şerabîn li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdûn got, êrişên dewleta Tirk ên nû ne tenê gelê Kurd dike armanc, lê belê hemû gelê herêmê di serî de Ereb û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk şerê aştiya di navbera gelan de dike."

(eh)

ANHA