​​​​​​​Dîmenên çalakiyan û rastî- DEMHAT TOLHILDAN

 Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker bi êrişên dagirkeriyê yên ku di van demên dawî de dabûn destpêkirin hewl da atmosfera serketinê ya li dijî şervanên azadiyê yên Kurd biafirîne jî, dîmenên çalakiyê yên ku di çapemeniyê de hatin weşandin careke din derket holê ku rastî berovajî we ye.

​​​​​​​Dîmenên çalakiyan û rastî- DEMHAT TOLHILDAN
8 gulan, 2022   00:12

Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker bi êrişên dagirkeriyê yên ku di van demên dawî de dabûn destpêkirin hewl da atmosfera serketinê ya li dijî şervanên azadiyê yên Kurd biafirîne jî, dîmenên çalakiyê yên ku di çapemeniyê de hatin weşandin careke din derket holê ku rastî berovajî we ye.

Dîmenn çalakiyên gerîlayên HPG-YJA-Starê yên li çiyayên Kurdistanê û dîmenên çalakiya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li erdnîgariya Efrînê ya dagirkirî, propagandaya şerê taybet pûç kirin. Di dîmenên çalakiyê de jî hate dîtin ku gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê ji aliyê şervanên azadiyê ve tên bêbandorkirin. Dîsa tevahiya cîhanê bi zindî li berxwedana hêzên berxwedêr ên Şengalê ya li dijî hêzên PDK-Iraqê yên ku dixwestin êrişî herêma êzidiyan a Şengalê bikin, temaşe kir.

Tevî ku hemû cîhan behsa şerê Ukrayna-Rûsyayê dike jî, rojeva sereke ya Kurdistanê şerê dagirkerî û wêrankirinê ye. Gelê Kurd li dijî şerê qirkirinê yê li ser xwe li her derê bi hêza xwe berxwedaneke bê eman nîşan dide. Dewleta Tirk a dagirker li dijî tevgera azadiya Kurd şerekî topyekûn dimeşîne, hemû desteka NATO’yê, hêzên herêmê û hevkarên PDK’ê bi xwe re digire. Di çapemeniyê de her saetek nûçeya êrişekê weke deqeya dawî ji her parçeyekî Kurdistanê re derbas dibe. Di gelek raporên êrişan de hat îdiakirin ku Tevgera Azadiya Kurd bi hejmarên zêde hatiye xistin. Mîna ku ev ne bes e, gelek caran bi çêkirina nûçeyên sexte hewl tê dayîn civak were manîpulekirin. Lê belê êriş ji ku derê û çawa dibe bila bibe, tevgera azadiya Kurd hemûyan têk dibe.

 TECRUBEYA GERILA YA 40 SALAN DERBEYEK GIRAN LI TC DA

Di 17’ê Nîsanê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li dijî herêma Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya PDK’ê dest pê kir. Ji aliyekî din ve, di vê pêvajoyê de, êrişên asmanî yên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li dijî cihên sivîlan zêde bûn.

Êrişên dagirkeriyê yên ku di demeke kin de zêde bûn, di çapemeniyê de cihek berfireh girt. Tevgera Azadiya Kurd ev êrişên dewleta Tirk weke “têkoşîna jiyan û mirinê” bi nav kir. Xuya ye şerê li Kurdistanê ketiye qonaxeke nû. Bi vî rengî li hemberî êrişên dagirkeriyê li ser esasê xweparastinê berxwedaneke mezin pêş ket. Dagirker wê nikaribin li ser erdnîgariya Kurdistanê bi hejandina milên xwe tevbigerin. Di şerê li xeta Zap ûAvaşînê ku yek ji axa herî dijwar a çiyayên Kurdistanê ye, gerîla bi ezmûna xwe ya zêdeyî 40 salan derbên giran li artêşa Tirk xist. Dema ku artêşa Tirk bi çekên herî dawî yên tekneolojîk ên pêşketî yên NATO’yê êriş li gerîlayan kir, gerîlayan jî çalakiyên ku hem teknîk têk birin, hem jî bi taktîkên serdema nû derbên giran li dijmin xistin. Pêşxistina berxwedan û ruhê berxwedanê hesabên AKP-MHP’ê têk bir.

HERÎ KÊM 354 LEŞKERÊN TC HATIN KUŞTIN 

Li hemberî berxwedana gerîla, derewên çapemeniya şerê taybet ên Tirk derketin holê. Gerîlayên HPG-YJA Starê bi çalakiyên xwe dijmin matmayî hiştin. HPG-BÎM’ê şerê ku ji kêliya yekemîn a pevçûnê rû da, kêlî bi kêlî bi raya giştî re parve kir. HPG’ê ragihand ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve herî kêm 354 leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

RASTIYÊN LI SER KAMERA GERÎLA 

HPG'ê ne tenê agahî, belgeyên şer jî bi raya giştî re parve kirin. Gerîla, şerê li Kurdistanê, di nava şert û mercên zehmet û derfetên kêm de çalakiyên ku li dijî hêzên dagirker pêk anîne ji hemû cîhanê re belge kir. Gerîlayan dîmenên pevçûn û çalakiyên 28'ê Nîsanê, 2'ê Gulanê, 3'ê Gulanê û 5'ê Gulanê li herêmên cuda yên Zapê ji raya giştî re parve kir. Wek di dîmenan de jî tê dîtin, şer di bin kontrola gerîlayan de ye. Artêşa Tirk derbên mezin dixwe.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re li ser şerê li qadên Parastinê yên Medyayê axivî û têkildarî şer û berxwedana gerîla ya bi şêwazê tîmên gerîla got, “Cihê heyrantiyê ye ku gerîla li Zapê û herêmên Avaşînê bi zanebûneke mezin mudaxeleyî dijmin kirin. Bi awayeki fedaî, bi qehremanî û wêrekî bersiva êrişan dan, rê li ber serkeftina planên dijmin girtin. Fermandarê gerîla Karayilan di hevpeyvîna xwe de tiştên ku di dîmenê çalakiyê de xuya dikin, bi kurtasî eşkere kir. Gerîla di bin her şert û mercî de hêza têkoşînê bi dest xistiye. Bi vî awayî hemû derewên navendên şerê taybet ên Tirk careke din hatin deşîfrekirin. Berxwedana bênavber a gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê ji bo hemû gelê Kurd û dostên wan bûye çavkaniya moraleke mezin.”

LI SER KAMERA ÇALAKIYÊN HRE YÊN BIBANDOR 

Qadeke din a berxwedanê ya ku di vê pêvajoyê de ji raya giştî re xuya bû, herêma Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin bû. Dewleta Tirk her roj êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ji Dêrikê heta xeta Efrîn-Şehba, cihên sivîlan di bin hedefa bomberdûmanên hewayî û bejayî yên dewleta Tirk de ye. Li dijî van êrişan Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê xistin. Çalakiyên hatin kirin bi daxuyaniyên nivîskî û dîmenan bi raya giştî re hatin parvekirin. HRE’yê di daxuyaniya xwe de dîmenên çalakiyên 22’ê Nîsanê û 3’ê Gulanê yên li Marê, Bab, Şera û Ezazê yên dagirkirî parve kir. Di van dîmenan de jî tê dîtin, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê dixin. Di dîmenên çalakiyê de ku bi raya giştî re hatin parvekirin de, hate diyarkirin ku herî kêm 10 endamên Hêzên Taybet ên Polîsên Tirk (POH), 4 leşker û gelek çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û gelek çete û leşker jî birîndar bûne.

BERXWEDANA DAYIKÊN ÊZIDÎ BINHIŞEKÎ DÎROKÎ VEKOLAND

Li dijî êrişên dagirkeriyê qada berxwedanê ya girîng Şengal bû. Di 2’ê Gulanê de hêzên PDK-Iraqê xwestin bikevin Şengalê û destkeftiyên civaka Êzidî dagir bikin. 2'ê Gulanê ne dîrokek asayî bû. Roja ewil a Cejna Remezanê bû û hema wisa dihat xwestin ku êrişa qirkirinê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve neqediyayî bi dawî bibe. Li hemberî vê hewldanê Asayişa Êzîdxanê û hêzên YBŞ’ê bi berxwedanê bersiv dan. Piştî şer û pevçûnên rojekê, artêşa Iraqê nekarî pêşde biçin û neçar ma lihevkirinekê bikin. Şêniyên Şengalê bi şervanên xwe re piştgiriyeke mezin da berxwedanê. Ruhê azadiyê yê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, vê carê li hemberî hewldana dagirkeriyê rawestiya. Tevahiya raya giştî dîmenên vê berxwedanê bi zindî temaşe kir. Çarçoveyên ku mohra xwe li berxwedanê dan, helwesta dayikên Êzidî ya li hemberî dagirkeran bû.

BI RASTIYAN HEVKARIYA PDK’Ê YA HATÎ DEŞIFREKIRIN

Ji çiyayan heta bajaran berxwedana hêzên azadîxwaz ên Kurd û dîmenên çalakiyan hêviyek mezin di nava civakê de afirand. Gelê Kurd û dostên wan bi her derbeya li dagirkeran moralek mezin distînin û dilsoziya wan a têkoşînê zêdetir dibe. Di her dîmenekî çalakiyê de dagirkerî û hevkariya PDK’ê bi derewên xwe tenê tên hiştin. Li hemberî rastiya berxwedanê ya ku bûye belge, bi taybetî çapemeniya PDK’ê ji dagirkeran zêdetir êriş dike û bi rêya çapemeniyê derew li pey derewan derdixe. PDK çiqasî hewl bide jî wê nikaribe xwe kamûfle bike ku ji aliyê navenda şerê taybet a Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Her ku berxwedan pêş bikeve dê hevkar hîn bêhtir bikevin panîkê û nûçeyên sexte belav bikin. Weke hemû şoreşan, di şoreşa Kurdistanê de jî wê dagirker û hevkar li pêşberî berxwedanê derkevin û winda bikin. Navendên şerê taybet çiqas derewan derxînin jî, zû yan dereng hemû rastî wê derkevin holê û wê ji bo derketina holê berdewam bin.

ANHA