Panorama hefteyê: Piştî efûyê hejmarek kêm hatin berdan, parlamanterên li beramberî kêliyên çarenûsî ne

Li gorî çavdêran, piştî biryara efûyê ya serokatiyê li beramberî hejmara yên di girtîgehên hikumeta Şamê de hejmareke kêm a girtiyan hatin berdan, parlamanterên serbixwe yên Iraqê li beramberî kêliyeke çarenûsî ne û hevrikeke xurt di navbera Hevbendiya Înqaz Wetan û Çarçoveya Koordînekirî de heye.

Panorama hefteyê: Piştî efûyê hejmarek kêm hatin berdan, parlamanterên li beramberî kêliyên çarenûsî ne
8 gulan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişand ser rewşa girtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê de, aloziya siyasî ya Iraqê û rewşa Lîbyayê.

`LI ŞAMÊ BI SEDAN MALBAT LI BENDA GIRTIYÊN EFÛYA SEROKATIYÊ NE`

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Bi sedan malbatên girtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê de, li benda pêkanîna biryarnameya efûyê ne. Lê metirsî hene ku hinek girtî hatibin tesfiyekirin. Ji ber ku li gorî biryarnameyê, sûcên di encamê de mirov hatine kuştin ji vê efûyê hatine îstîsnakirin. Muxalif jî ji vê hevokê bi fikar in ku girtiyên ev sûc kiribin hatibin darvekirin!

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) destnîşan kir ku beşeke mezin a girtiyan hişê xwe winda kiriye. Her wiha saziyên ewlehiyê endamên xwe yên partiya Baas agahdar kirine ku di çend saetên bê de dê gelek girtî serbest bên berdan. SOHR`ê diyar kir ku li gorî efûyê divê bi deh hezaran girtî bên berdan.”

PARLAMANTERÊN SERBIXWE LI IRAQÊ LI BERAMBER KÊLIYEKE ÇARENÛSÎ NE

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Li gel pêşbirka di navbera hevbendiya Înqaz Watan a bi serkêşiya Şepêla Sadir û Çarçoveya Koordînekirî de ku hêzên alîgirên Îranê din av de ne, parlamanterên serbixwe li parlamantoya Iraqê li beramberî kêliyeke çarenûsî ne.

Aliyên siyasî yên Iraqê dibêjin ku hevbendiya Înqaz Watan û Çarçoveya Koordînekirî car din hewl didin kaxiza parlamanterên serbixwe bi kar bînin.

Heman alî dibînin ku parlamanterên serbixwe li pêş derfeteke giranbiha ne da ku lîstoka di navbera her du aliyan de vala derxin û xwe bi hêz ferz bikin. Lê belê dê rastî gelek astengiyan werin, ya sereke parçebûna di nava wan de, girêdanbûna bi du aliyên hevrik re û nebûna têgihîştina siyasî ya gelek parlamanteran.

`MECLISA EWLEHIYÊ: REWŞA LI LÎBYAYÊ GIRÊKTIR DIBE`

Girêdayî rewşa li Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê raporek amade kir û tê de metirsiyên xwe yên têkildarî nearambûna rewşa li Lîbyayê û vegera şerê navxweyî anîn ziman. Her wiha got ew ji derbasbûna çek, çekdar û penaberan ber bi Ewropayê ve bi fikar e.

Tê payîn ku Meclisa Ewlehiyê di Gulanê de civînekê li dar bixe, piştre şêwirên têkildarî rewşa li Lîbyayê dest pê bikin.

Li gorî raporekê ku Meclisa Ewlehiyê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, rewşa siyasî ya li Lîbyayê girêktir dibe.”

ANHA