Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bidomînin

Koçberên Efrînê diyar kir ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedanê bidomînin, her wiha bêdengiya hêza garantor Rûsya û civata navneteweyî ya li beramber êrişan şermezar kir.

Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bidomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bidomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bidomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bidomînin
8 gulan, 2022   05:42
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva înê gundewarên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê bi sedan top û moşekan topbaran kirin.

Topbaran gihaşt derdora kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê, gundê Bênê, Aqîbe, Soxanekê yên navçeya Şêrawayê, gundewarên Dêr Cemal, rêya di navbera Dêr Cemal û gundê Kefer Naya de, derdora navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, her wiha gundê Medîq û bendava Şehbayê.

Di vê der barê de koçberên Efrînê yên li kampa Vegerê ya navçeya Şêrawayê topbarana dewleta Tirk a li derdora kampê û bêdengiya civata navneteweyî li hember vê yekê  şermezar kir.

/ar/uploads/files/2022/05/07/155023_sydw-iybsh.webp

Seydo Îbiş wiha axivî: "Ji zêdetirî 4 salan ve em li kampa Veger di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Kampa Veger ji bo nuqteya vegerê li Efrînê ye piştî ku ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê were rizgarkirin."

Seydo Îbiş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 100 top û moşek avêtine derdora kampê û gundên derdora wê.

Her wiha desntîşan kir ku dewleta Tirk bi domdarî herêmê dike hedef da ku koçberan neçar bike ku dev ji berxwedanê berdin.

Seydo Îbiş bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî û got: "Civata navneteweyî êş û zehmetiyên ku koçber di kampan de dikişînin û topbarana bêserûber a li dijî wan, baş dizane. Em ê li ber xwe bidin.  Em ji berxwedanê paşde venagerin. Baweriya me bi îrade û rêveberiya me heye."

/ar/uploads/files/2022/05/07/155010_jylan-mhmd.webp

Koçbera bi navê Ceylan Mihemed jî got dewleta Tirk a dagirker ji beriya heftiyekê ve gundewarên navçeya Şêrawa û derdora kampa Vegerê bi dijwarî topbaran dike.

Ceylan Mihemed anî ziman ku armanca  dewleta Tirk ku welatiyan ji kampê û gundewarên navçeya Şêrawa koçber bike da ku herêmên din jî dagir bike û wan ji axa Sûriyê qut bike.

Ceylan Mihemed got, derdora kampê hate topbarankirin, tirs di nava zarok û kesên bi temaen de çêkir.

Ceylan Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku Efrîn ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin û em li warê xwe vegerin. Dewleta Tirk çi bike jî em ji kampê dernakevin û em ê heta dilopa dawî li ber xwe bidin."

(bx)

ANHA