Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla

Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê ji bo piştgiriya gerîla, li taxa Şêxmeqûsd a Helebê çalakiyeke hunerî li dar xist.

Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
Li Helebê çalakiya piştgiriya berxwedana gerîla
7 gulan, 2022   13:23
HELEB

Tevgera Hîlala Zêrîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ya li hember êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çalakiyeke hunerî li dar xist.

Çalakî li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar ket.  Şênî  û gelek endamên Tevgera Hîlala Zêrîn tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de koma Kulîlkên Pêşerojê berhemên xwe yên têkildarî çenda Efrînê pêşendan.

Paşê koma Şehîd Vejîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî yên der barê berxwedana Zapê û jin de pêşendan.

(şx)

ANHA