Gundên Şehba û Şera tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehba û Şerayê bi dijwarî topbaran dikin.

Gundên Şehba û Şera tên topbarankirin
7 gulan, 2022   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di van kêliyan de derdora navçeya Til Rifetê û gundên Bêlûniyê û Alqemiyê yên kantona Şehbayê topbaran dikin.

Di heman demê de jî gundê Merenaz û derdora gundê Dêr Cimêlê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Agahiyên derbarê ziyanan de nehatin bidestxistin.

ANHA