Ji bo şehîd Zana Tolhildan merasîma sersaxiyê li Qamişlo hat lidarxistin

Li Qamişlo ji bo gerîlayê HPG`ê Mihemed Xidir Ehmed ku 22`yê Nîsana derbasbûyî li herêma Zapê şehîd bûye merasîma sersaxiyê hat li darxistin.

Ji bo şehîd Zana Tolhildan merasîma sersaxiyê li Qamişlo hat lidarxistin
7 gulan, 2022   12:39
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo şehîd Mihemed Xidir Ehmed (Zana Tolhildan) merasîma sersaxiyê li taxa Qidûr Beg li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê tev li merasîmê bûn.

Di destpêka merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Îsam Ebdulqadir axivî û got: "Em çiqasî behsa şehîdan û fedakariya wan a di oxira welat de dane bikin, em ê nikaribin biçekî jî heqê wan bidinê."

Ebdulqadir ev li axaftina xwe zêde kir: "Dijmin bi hezaran leşker şandin çiyayên azadiyê û di wê baweriyê de bûn ku ew ê dawî li gerîlayan bîne, lê vîna gelê ji teknolojiya pê şerê gerîla dike xurttir e. Gerîla dê heta mîsogerkirina serkeftinê li ber xwe bide."

Dûre ji fermandarên QSD`ê Mihemed Zêdan axivî û ev nirxandin kir: "Wekî ku rêber Abdullah Ocalan anîye ziman, şehîd rêberê me yên manewî ne, bi saya wan me îro civakeke azad û demokrat ava kiriye, lewma ger em bixwazin ji vî şerî xelas bibin, divê em li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan tev bigerin."

Zêdan diyar kir ku bi saya gerîlayên baweriya xwe bi fikrê rêber Ocalan anîne, ew gihaştine rêya biewle û di vê oxirê de sozê didin şehîd Zana û hemû şehîdan ku ew ê heta mîsogerkirina armancên wan, şopdarên rêya wan bin.

Endamê Meclisa Adaleta Civakî ya Qamişlo Ekrem Reşîd Mihemd jî axivî û got hêzên wan li dijî zilim û hêzên desthilat li ber xwe didin. Projeya wan jî xelaskirina civakê ji zilmê ye, lewma dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA