Li Helebê bi civînekê êrişên dagirkeriyê û îxaneta PDK’ê hatin şermezarkirin

Bi diruşma "Bi lehengiya YJA-Starê û serhildana jinên ciwan dê destana azadiyê bi ser keve" Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star civînek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Li Helebê bi civînekê êrişên dagirkeriyê û îxaneta PDK’ê hatin şermezarkirin
6 gulan, 2022   19:41
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Civîn li pêş dibistana Yûnis El-Sebawî ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê hate lidarxistin, tê de bi dehan şênî, endamên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Koordînasyona Kongra Star Amîne Xidro axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Amîne Xidro li ser armanca dewleta Tirk ji beşdariya PDK’ê di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de kir û wiha got: "Êriş ne tenê li dijî gerîlayan e, lê belê li dijî tevahî gelê Kurd e, armanca wê qirkirina gel û tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye."

Amîne Xidor wiha domand: "Dewleta Tirk êrişî gerîla dike û îdia dike ku ew şerê terorê dike, lê gerîla dûrî teroristiyê ye, berovajî wê parastina gel dike û banga pêkanîna mafên gelan dike."

Li ser îxaneta PDK’ê li dijî gelê Kurd Amîne Xidor wiha pê de çû: "Çawa peymana sykes pico Kurdistan kir 4 parçe, peymanên di navbera PDK’ê û dewleta Tirk jî ji wê ne cuda ne û armanca wan qirkirina kurdan û parçekirina wan e."

Amîne Xidor wiha bi dawî kir: "Gerîla bi berxwedan û têkoşîna xwe li çiyayan hemû parçeyên Kurdistanê diparêzin, parastina mafên gelên bindest, hebûn, nirx û pransîbên mirovahî dikin. Dê projeya gerîla bi ser keve û kesên şerê wê projeyê dikin dê têk biçin."

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser berxwedana gerîla, sekna li hember êrişên dewleta Tirk, girîngiya tevlêbûnê û helbestên şehîd Angîn Qasim hatin pêşandan.

Civîn bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê bi dawî bû.

Tê payîn civînên mîna vê li beşa rojava ya Şêxmeqsûd û piştre li beşa rojhilata werin lidarxistin.

(fr)

ANHA