Artêşa Tirk Til Rifet û gundên Şêrawa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Til Rifetê, gundên navçeya Şêrawayê bi obîsan topbaran dikin.

Artêşa Tirk Til Rifet û gundên Şêrawa topbaran dike
6 gulan, 2022   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê û gundên Aqîbê, Bênê, Dêr Cemal, Ziyaretê û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Heta niha nêzî 100 guleyên obîsan hatine avêtin û topbaran berdewam e.

(fr)

ANHA