Li Koyê qeza: 16 kes birîndar bûn

Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê di qezaya trafîkê de piraniya wan xwendekarên zanîngeh û peymangehan 16 kes birîndar bûn

Li Koyê qeza: 16 kes birîndar bûn
6 gulan, 2022   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya di navbera Siktan û Koyeyê de li nêzî gundê Girdgoran miniotobusek ku xwendekarên zanîngeh û peymangehê têde bûn qulupî. Li gorî agahiyên Karmendê Trafîka Koyeyê Mihemed Tehsîn dane di qezayê de 16 kes birîndar bûn. Rewşa 5 kesan giran e.

Ji ber ku rewşa 5 kesan giran bûn sewqî nexweşxaneyên Hewlêrê kirin.

Di qezayê de 14 xwendekar, şofêrê miniotobusê û şofêrê pîkabet din birîndar bûn.