​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bi biryara 'Efûya Giştî' li Sûriyê bi dehan girtî hatin berdan

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa berdana bi dehan girtiyan li Sûriyê, rewşa Lîbya û avakirina komîteya sazkirina destûrekî nû bo Tûnisê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bi biryara 'Efûya Giştî' li Sûriyê bi dehan girtî hatin berdan
3 gulan, 2022   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

LI GORÎ BIRYARA EFÛYÊ LI SÛRIYÊ BI DEHAN GIRTÎ HATIN BERDAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Li gorî ajansa (Sana)  di roja yekem a Cejna Remezanê de bi dehan girtî li gorî biryara efûyê hatin berdan. Birayara efûkirina 'sûcên terorê' yên ku sûriyan beriya 30`ê Nîsanê pêk anîne, ji bilî yên ku di encamê de însan hatine kuştin, êvara cejnê derket.”

Duh Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyê (SOHR) ragihand ku heta sibeha roja yekem a Cejnê nêzî 60 girtiyên ji herêmên cuda yên Sûriyê, hatine berdan, ku hinek ji wan ji beriya 10 salan ve hatibûn giritn. SOHR`ê got ku saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîmê endamên partiyan ên li herêmên rejîmê agahdar kirin ku dê di saetên pêş de hejmareke mezin a girtiyan bên berdan.

Li gorî biryara nû, tê çaverêkirin ku bi deh hezaran kesên hatine binçavkirin werin berdan, ku piraniya wan bi sûcên “terorê” hatine tawanbarkirin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji 2011`an û vir ve zêdetirî 105 hezar girtiyên di girtîgehên rejîmê de bi êşkenceyê hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka şerê Sûriyê ve di 2011`an de, nîv milyon kes hatine girtin, zêdetirî sed hezar kes ji wan di bin êşkenceyê de yan jî ji ber şertên xirab ên girtinê jiyana xwe ji dest daye. Rêxistinên hiqûqî û di nav de “Human Rights Watch” rejîma Sûriyê bi bikaranîna qanûnên têkoşîna li dijî terorê ji bo girtina akîvîstên aştiyane, tawanbar dikin. Her wiha rejîma Sûriyê bi êşkencekirina girtiyan heta mirinê, tecawizkirin, destdirêjiyên cinsî û darvekirinên derveyî qanûnê, tê tawanabarkirin.”

BAŞAXA DIYALOGA NÎŞTIMANÎ YA ALIYÊN LÎBYA DA DESTPÊKIRIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Itîhad a Îmaratê nivîsî: “Serokê hikumeta Lîbya yê ku parlamantoyê ew erkdar kiriye Fethî Başaxa, ji bo xwegihandina hemû aliyan û gihîştina lihevkirineke nîştimanî, diyaloga nîştimanî da destpêkirin.

Başaxa di xîtaba xwe ya Cejna Remezanê de teqez kir ku ew ê peywendiyan bi hemû aliyan re deynin û destê xwe dirêjî her kesê bikin ê ku dixwaze dewleteke bi hêz û adil ava bike.”

TÛNIS.. BER BI DESTÛREKÎ NÛ Û 'KOMARA SÊYEMÎN' VE

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Tûnisê kir û wiha nivîsî: “Tûnis ber bi avakirina komareke sêyemîn ve diçe, serok Qeys Seîd jî ragihand ku dê komîteya sazkirina destûrê komareke nû li welêt ava bikin.

Li gorî agahiyên El-Beyan bi dest xistine, ji beriya demekê ve dest bi projeyê û reşnivîsa destûrê hatî kirin. Her wiha hate ragihandin ku di rojên pêş de dê reşnivîsa destûrê ji bo 4 rêxistinên nîştimanî yên mezin were pêşkêşkirin.

Li gorî serok Seîd, dê bi xayinan (tevgera Nehda ya îxwanî û hevalbendên wê) diyalogê neke.

Saziya serokatiyê jî got, referandûrma ku tê payîn 25`ê Tîrmehê were lidraxistin dê bi xwe re destûrekî nû bîne, ev yek tê wateya ku dê destûra 2014`an bê betalkirin ku berê gelek caran serok Seîd ew destûr wekî sedema sereke ya aloziya siyasî li welêt bi nav kiribû.”

(cx)