Qeys El-Xezal li dijî êrişan banga yekitiyê kir

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku pirsgirêkên Iraqê yên êrişan û avhawayê bi yekitiya hêzên siyasî çareser dibe.

Qeys El-Xezal li dijî êrişan banga yekitiyê kir
3 gulan, 2022   08:34
NAVENA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Ji derveyî PDK’ê li Iraq û Başûrê Kurdistanê bertek û şermezarkirin ji aliyê piraniya hêzên siyasî û tevgeran ve berdewam dike.

Ofîsa Çapemeniya Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî daxuyaniyek nû li ser dagirkeriya dewleta Tirk weşand. Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî li dijî êrişan banga yekîtiyê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk hem bejahî û hem jî hawayî li ser xaka me operasyonên xwe  berdewam dike. Dewleta Tirk êrişên li ser xaka Iraqê zêde kiriye. Ev tevger û xebatên wê bi weşandina daxuyaniyan nayê bidawîkirin. Baweriya bi daxuyaniyan wê bi dawî bibe, eyb û şerme. Li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê divê hêzên siyasî li hev bikin”.

Xezelî di heman daxuyaniyê de bal kişand ser bandora krîza avhewayê ya li cîhanê li ser Iraqê û wiha dewamkir: "Du pirsgirêkên sereke yên Iraqê hene; êrişa dewleta Tirk û krîza avhewayê ye û ji bo çareserkirina van herdu pirsgirêkên mezin banga yekîtiyê dikin."