HRE: Di çalakiyên hêzên me de 14 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn

Di rêzeçalakiyên HRE`yê de ku li Efrîn û Şehbayê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistine, 14 çete hatin kuştin, herî kêm 2 çete birîndar bûn, maşîneyek û gelek baregeh û çeperên çeteyan hatin rûxandin.

HRE: Di çalakiyên hêzên me de 14 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn
3 gulan, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên rêzeçalakiyên hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî û herêma Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, çalakiyên bersivdayinê ya hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 23`ê Nîsanê, li gundê Cilbirê ya girêdayî navçeya Şêrawa, li hember maşîneyek kar ya çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encamê de ev maşîne hat rûxandin.

Heman rojê 2 çalakiyên sekvanî li pêşiya gundê Malikiyê hatin lidarxistin. Di wan her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Roja 24`ê Nîsanê, hêzên me li pêşiya Bendava Şehba, li dijî baregehekr çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Heman rojê, di çalakiyeke sekvanî ya li gundê Samûqa hat lidarxistin de çeteyek hat kuştin.

Roja 30`ê Nîsanê, li gundê Kîmarê, hêzên me li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek serdagirtinê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê baregeh û çeperên dagirkeran hatin rûxandin. Her wiha 2 çekên AK-47 û hinek alavên teknîkî hatin desteserkirin.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 14 dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 dagirker jî birîndar bûn.”

(cx)