​​​​​​​Asya Hisên: Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi rêber Ocalan heye

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya Hisên diyar kir ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan heye û got: "Li herêmê rêberek ku nûnertiya hêviyên gelên azadîxwaz bike, tune ye."

​​​​​​​Asya Hisên: Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi rêber Ocalan heye
3 gulan, 2022   01:56
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a li Minbic û gundewarê wê Asya Hisên ji ANHA'yê re axivî û got di komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, hêzên hegemon, di serî de dewleta Tirk beşdar bûn û wiha domand: "Rêbertî di sala 1999'an de bi komployeke qirêj  dîl hate girtin. Komplo ne tenê di kesayeta rêbertî an gelê Kurd tenê de bûn, lê belê li dijî gelên azadîxwaz ên li Rojhilata Navîn bû. Armanca wan a sereke ji vê komployê ew e ku gelan wekî alavekê di destên dewletên kapîtalîst de bihêlin."

Asya Hisên îşaret pê kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan ji bo têkbirina modernîteya kapîtalîst û pergala netewedewlet e û got: "Van dewletan bi rêya dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hewl dan fikrê wî yê neteweya demokratîk têk bibin, ji ber ku fikrê wî ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re çareserî ye."

" LI ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊKA NEBÛNA RÊBERTIYÊ HEYE"

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya Hisên destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk hene û wiha dom da axaftina xwe: "Ji wan pirsgirêkan tunebûna rêbertiyê ye. Bi wateyeke din, rêberek ku ji bo azadiya gelan kar bike, tune ye. Dema ku rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsfeya xwe derket, xwest ku gelên bindest ji zilmê rizgar bike, lê dewletên neteweperest û kapîtalîst li hemberî wî derketin û komployek li dijî wî pêk anîne, di encamê de dîl hate girtin."

Asya Hisên diyar kir ku bi saya projeya neteweya demokratîk û felsefeya Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftiyên siyasî û leşkerî hatin bi destxistin û got: "Gelên ku banaga azadî û demokrasiyê dikin xwe dispêrin fikrên rêber Ocalan, ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêbertî giran dike. Ev tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye. Heta niha me tu agahî ji rewşa tenduristî ya rêbertî negirtiye, ji ber ku dewleta Tirk nahêle parêzer û malbat wî bibînin. Armanc ji tecrîda girankirî fikr û felsfeya wî ya ku li tevahî cîhanê belav bûne û ji tevahî gelên azadîxwaz re bûne çavkanî."

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya Hisên di dawiyê de got: "Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û tevahî gelên azadîxwaz dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe xurt bikin."

(şt)

ANHA