Li Bexdayê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin

​​​​​​​Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê welatiyên Bexdayê li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê kombûn û nerazîbûn nîşandan.

Li Bexdayê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin
2 gulan, 2022   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên şevê de hejmarek zêde ya welatiyan li ber balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê kombûn û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşandan.