PDK: Li Kurdistanê xeta xiyanetê 1 – Diyar Xerîb

PDK: Li Kurdistanê xeta xiyanetê 1 – Diyar Xerîb
2 gulan, 2022   23:42

 

Di sala 1929’an de li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hinek rewşenbîr û siyasetmedaran ve “Partiya Hîva” tê avakirin. 5-6 salan risteke cidî dilîze. Pêwendiyên wê li gel tevgerên li parçeyên din yên Kurdistanê berfireh in. Beriya vê partiyê, navê malbata Barzanî di hinek şerên eşîran de derbas dibe. Malbata Barzanî jî piştî avabûna partiyê çend salan tevlî vê partiyê dibin û ristekê di nava vê partiyê de dilîze. Cara yekê tevlî partiyeke dibin. Weke hêzên leşkerî yên vê rêxistinê tevdigerin. Piştî ku tevgera Barzanî têk diçe, ew tevger jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Gelek endamên vê partiyê jî diçin Mahabadê û tên. Hinek diçin li wir mamostatiyê dikin, hinek jî di nava qada leşkerî de cih digirin.

Di dema Komara Mahabadê de ji wan kesan hinek vedigerin Başûr û dixwazin li Başûr PDK ava bikin. Lewra di wê demê de li Rojhilatê Kurdistanê PDK hatiye avakirin, dixwazin bi heman navî li Başûr jî partiyekê ava bikin. Di dîroka 16`ê Tebaxa 1946’an de PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) ya Başûr ava dikin. Dema ku PDK li Rojhilat ava dibe, piştî salekê li Başûr jî tê avakirin. Destpêkê navê partiyê Partiya Demokratê Kurd bû, pişt re bû Partiya Demokrat a Kurdistanê.

PDK dema ku çêbû; hin rewşenbîran dixwest partiyê ava bikin. Heya sala 1850’î tevgerên Kurd, di pêşengtiya mîran de pêş diketin. Piştî wê tevgerên Kurdî, di pêşengtiya kesên olî (Şêx, mele, seyîd) de çêbûn. Piştî salên 1919’an êdî nifşekî nû xwestin rêvebertiyê bikin. Li her beşekî Kurdistanê, rewşenbîr derketin. Heya salên 1945’an piranî kesên rewşenbîr pêşengtiya tevgerên siyasî yên Kurdî dikin. Li hemû parçeyan wisa bû.

Lê piştî salên 1946’an van rewşenbîrên Kurd, li Rojhilat gotin, “em tenê nikarin bikin.” Çûn û Qazî Mihemed anîn û kirin serokê xwe. Li Başûr jî gotin, “em tenê nikarin partiyekeê çêkin; lê divê em hinek kesên bi nav û deng bikin serokên xwe.” Di destpêkê de PDK wisa ava bû. Barzanî tune bû. Dema ku PDK hate avakirin, Barzanî li Mahabadê bû, piştî wê jî çû Rûsya.

Hamza Evdilah û komek rewşenbîrên din PDK ava kirin. Lê çûn gel Barzanî û gotin, “em dixwazin hizbekê çêbikin, lê em dixwazin te bikin serok.” Barzanî got, “ez amade me.” Heyeteke serokatiyê çêkirin; Barzanî bû serok, kurê Şêx Mehmûd Berzencîv bû alîkarê wî, Ziya Axayê Koyê kirin alîkarê duyemîn; bi vî rengî heyeteke serokatiyê çêkirin. Ango van rewşenbîran bi aqlê xwe, yekbûnek di navbera rewşenbîr û serokeşîran de çêkir. Bi nêrîna wan, ger serokeşîr bikirana serokên partiyê, dikarîn bidin şûxilandin û sîwanekê ava bikin û ji bin ve jî xebatên xwe bimeşandina.

Dê bi vî rengî, bi lez bûbana partiya mezin. Rêbaza wan rêbazeke rihet bû. Rast e, ger serokê partiyê Hamza Evdileh bûya; xelk wî nas nake, divê di serî de xwe bide nasîn. Êdî wê çend salan dirêj kiriba. Lê ger Mele Mistefa bikin serok, berê du salan şer kiriye û ji malbata şêxên Barzanî ye, wê demê jî li komara Mahabadê bûye general, tê naskirin. Yên din jî wisa bûn. Ger ew kes bibin serok, tên naskirin. Lê bibêjin, “me partiyek nû çêkiriye û serokê wî Hamza Evdileh e” dê xelk bibêje, “Hemze Evdilah kî ye? Çi dixwaze?” Wê demê divê xwe û fikrên xwe bide nasîn. Ew jî karekî zor e. Karê zor nedan pêşiya xwe, rêbaza rihet dan pêşiya xwe.

Di rêbaza rihet de, bi ya wan dikarîn çînên serdest ji bo xwe bidin şixûlandin. Jixwe digotin, “Barzanî li Mahabadê ye, dibe ku her neyê; kurê Berzencî û Ziyad Axa jî ne kesên aktîf in, em dikarin bidin şixûlandin.” Di meseleya kurê Berzencî û Ziyad Axa de fikra wan rast derket, pir zêde neketin nava kar. Navê wan dan şixûlandin. Lê meseleya Mele Mistefa wisa derneket.

Dema ku Mele Mistefa ji Rûsya zivirî, got, “ji ber ku hizb li ser navê min e, ez hizb didim rêvebirin. Hûn kî ne?” Jixwe piştî demekê Hemze Evdilah ji PDK`ê avêt. Tu kesî jî negot, “çima Hemze Evdilah tê avêtin.” Piştî çar salan, Îbrahîm Ehmed jî derxist. Êdî tiştê ku wan plan kiribû, di serê wan de teqiya.  Serokatî ji bo vê pêvajoye dibêje, “rewşenbîrên bê vîn û ji xwe ne bawer derketin û careke dîtir serokatî dan destê çîna serdest.”

Modelekî xweş, ji çîna serdest re jî çêkirin. Berê çîna serdestan bi serokeşîriyê kar dikirin, piştî wê bi navê partiyê kar dikin. Êdî piraniya partiyan bi vê çandê çêbûn; navê wan partî bû, lê malbatek serdest bû. Niha li Başûrê Kurdistanê, her kes dizane ku malbata Barzanî li ser PDK`ê hakim e. Li Rojavayê Kurdistanê, her malbatekê partiyek wan heye. Li Rojhilatê Kurdistanê, Hizba Demokrat û Komale li ser vê esasê parçe bûn. Ew xeletiya siyaseta avabûna PDK`ê bû.

Piştî salên 1946’an heya roja me, li Kurdistanê çandeke siyasî ya nû çêbû, navenda wê jî Başûrê Kurdistanê ye. Ger em vê siyasetê baş lêkolîn nekin, em nikarin derbas jî bikin. Di van 69 salan de gelê Başûr û parçeyên dîtir gelek qûrbanî dane. Lê heya niha vê xetê nikariye çareseriya pirsgireka Kurd teqûz bike. Tiştê ku ez dixwazim li ser bisekinim ew e; ew çand çi ye?

Gelek caran Rêber Apo dibêje, “li Kurdistanê du xetên siyasî-fikrî hene. Du xet hene.” Nayê wê maneyê ku tenê du partî hene, du xet hene. Du xetên têkoşînê hene. Xetek PKK`ê ye û gelek kes û hizb niha li ser wê xetê têdikoşin. Xetek jî, bi avabûna PDK’ê re çêbûye û niha gelek hizb li ser wê xetê dimeşin. Dibe ku weke hizb navên wan cuda bin û bi PDK`ê re nakokiyên wan hebin; lê ji aliyê siyasî ve nêzikî vê çandê ne û li ser wê çandê dimeşin. Ew girîng e ku bê zanîn.

Heya avabûna PDK`ê, piştî sala 1919’an çend partî û komaleyên çêbûne, li Kurdistanê gotine, “em li ser esasê Kurdistanê û têkoşîna Kurdistanê kar dikin.” Ji bo wê Serokatî dibêje, “projeya PDK`ê li Qahîreyê hatiye danîn.” Ne ku PDK`ê li Qahîreyê hatiye çêkirin, lê projeya wê li wir hatiye danîn. Li Qahîreyê ji bo ku Mûsil bikeve ser Iraqê û çawa li ser kar bê kirin, hatibû nîqaşkirin. Her wiha çawa Kurdistan bê parçekirin, nîqaş kirine.

Lê heya sala 1946’an hemû hizb û komaleyên ku li Kurdistanê çêbûne gotine, “em ji bo Kurdiyetî û Kurdistanê kar dikin.” Ango Kurdistan yek Kurdistan dîtine, doza kurdî yek doz girtine dest. Gotine, “em dixwazin Kurdistan yek be.” Lê avabûna Başûrê Kurdistanê li ser çi esasê çêbû? Pêşêngên PDK`ê gotin, “êdî pêvajo guherî ye, li Kurdistanê dewlet hatine çêkirin; divê li gorî her parçeyekî jî partî bên avakirin û têkoşîna xwe cuda bidin. Her parçeyek ji bo xwe kar bike. Em dikarin alîkariya hev bikin, lê divê elaqeya parçeyekî, bi parçeyekî din nebe.” Vê çi bi xwe re anî? Êdî parçebûna Kurdistanê hate qebûlkirin.

Heya wê demê Kurdistan hatiye parçekirin, lê di nava siyaset û civaka Kurd de parçebûna Kurdistanê nehatiye qebûlkirin. Di avabûna PDK`ê de hat pêş xistin.  Ji ber ku ew partî hakim bû, hizbên din yên çêbûne jî li ser vê xetê meşiyan. Ango parçebûna Kurdistanê di zihniyet de qebûl kirin û gotin, “ew rast e, divê em li gorî wê nêzîk bibin. Êdî em nikarin weke yek milet û yek civak tevbigerin.” Ya herî girîng jî doza kurdî yek negirtin dest û gotin, “doza kurdî ne yek e, çar doz in.” Girîng e ku ew bê zanîn. Di heqîqetê de doza kurdî yek e; di peymana Lozanê de çêbûye û di peymanên Brûksel û Enqereyê de hatiye bicihkirin. Pergala cîhanê li ser vê hatiye avakirin.

Weke ku Îsmaîl Beşîkçî dibêje, “Kurdistan, koloniyeke nîv cîhanî ye; ne koloniya dewletekê ye.” Ji ber vê doza kurdî yek e, ger bi giştî nayê çareserkirin, tenê li dewletekê derfetên çareserkirinê tune ne. Mînakên wê jî rihet in; di sala 1958’an de Abdulkerîm Qasim, mafê Kurdan dayê û nasnameya Kurd nas kir. Lê bû qurbanê wê meseleye, ew kuştin. Di salên 1970’î de hizba Baas, li Başûr otonomî da; lê Ereb hemû li dijî wê sekinîn. Brîtanya û Îran û Tirkiye li dijî sekinîn. Vê yekê îspat kir ku tenê dewletek nikare li ser doza kurdî biryar bide. Ew mijareke navdewletî ye. Lê di çanda ku PDK`ê ava kiriye de hate qebûlkirin ku doza kurdî çar doz in.

Mijareke din, di çanda PDK`ê de; ji ber ku doza kurdî parçe dibînin, gotin “ger tu li cihekî li hemberî dewletekê têkoşîn didê; ew dewlet dijminê te ye, lê yên din hemû dostên te ne. Tu dikarê bi dewletên din re dostaniyê bikî.” Ango dibêjin, “ger tu li hemberî Tirkiye şer bikî; Iraq, Îran, Suriye dost e. Ger tu Iraqê kar bikî, tenê Iraq dijmin e. Yên din hemû dost in.” Van partiyên ku li ser çanda PDK`ê çêbûne, wisa nêz dibin.

Niha hêzên weke ENSK li rojava dibêjin, “dijî Esad bin, êdî hûn bi kê re têkilî çêdikin çêkin; ne pirsgirêk e.” Ew çanda seqet û ne rast pêş xistin. Têkoşîn li ser vê esasê nayê kirin. Ji bo vê felsefeyek jî dîtine û dibêjin, “dijminê dijminê te, dostê te ye.” Ew felsefeyek seqet e. Gelek caran em bi vî rengî hatin xapandin. Dibe ku hinek caran bibe dost, lê ne şerte ku her bibe dostê te. Ew tişt piştî salên 1946’an di pêşengtiya PDK’ê de hate pêşxistin û niha bûye çandek û zarokên Kurd jî fêr bûne. Gelek zarokên Kurd li ser vê çandê mezin bûne. Lewra 70 salan ew çand tê jiyankirin.

Mijareke din ku weke çand pêş xistin; dibêjin, “ji bo ku tu bikaribê siyasetê bikî, divê dewletên mezin alîkariya te bikin. Divê pişta te bi derve ve be.” Ew mijareke esasî ye û li ser kar jî dikin. Di destpêka PKK’ê de ji we re jî dibêjin, “kê hûn çêkirine?” Serokatî jî dibêje, “em bi xwe çêbûne.” Dibêjin, “na, hûn dixwazin me bixapînin. Li Kurdistanê kes nikare xwe bi xwe çêbibe. Hinekên din hûn çêkirine.” Lewra bi vê çandê difikirin.

Divê biçin deriyên hinek seferxaneyan bixin û destûr ji wan bixwazin, da ku karekî bikin. Ango pişta xwe bi gelê xwe ve girê nadin, pişta xwe bi derve ve girê didin. Li ser vê esasê derve jî, her dem bi wan dilîze. Di dema ku karê wan pê hebe dibêjin, “vaye ji we re nan û pere, pê kar bikin.” Lê dema ku karê wan pê tune be, nan û pereyan jê digre û ew jî dimrin. Bi vî rengî çandeke siyasî pêş xistin. Jixwe ji ber vê PKK tê rexnekirin û dibêjin “PKK siyasetê nizane, lewma PKK’ê destûr ji derve negirtiye.”

Heya niha jî ew çand heye; li giştî Kurdistanê tesîra vê siyasetê heye, lê li Başûr û Rojhilat tesîra vê siyasetê zêdetir e. Bala xwe bidinê, ji derveyî PYD`ê hemû partiyên Rojava, hêvî dikirin ku demek beriya demekê ji derve êriş bê ser Sûriyê, da ku Rojava kar bikin. Li Bakûr û Rojhilat jî wisa ye. Di sala 1992’yan de, PDK ji partiyên Rojhilat û PKK re digotin, “rûnin, em alîkariya we bikin, ger rojeke êrîşek  bê ser Tirkiye û Îranê, dê hûn jî biçin û li wir bibin deshilat. Bi vî rengî kar bikin.” Ji ber ku wan partiyên Rojhilat li ser wê çandê kar dikirin gotin, “tamam, ger hûn îro bi vî rengî bibin deshilat, dê em ê jî sibê bibin deshilat.” PKK jî got, “ez li ser wê esasê kar nakim.”

Ji aliyê din ve, di çanda PDK`ê de jin, ciwan, kedkar û çînên bindest esas girtin tune ye. Ji wan feyda digire û dike amûrê siyasetê; lê pişta xwe bi wan girê nade û wan nade pêş. Ew taybetmendiyek e.

Her wiha xebata bîrdoziyê pêş nexistin; civak weke xwe diçe. Cihên ku ew partiyên bi vî çandî pêş ketine, li paş civakê diçin; ne li pêş in. Ew taybetmendî bû sedem ku siyaseta baş jî nekin. Divê di siyasetê de stratejî û konevaniyek te ya rast hebe. Di heman demê de divê tu dost û dûjminê xwe, bi awayekî stratejîk û taktîkî baş nas bikî. Divê bizanibê ku çawa pê re bidê û bistînê. Lê di encama vê siyasetê de naskirina dost û dijmin çênabe. Naxwazin çêbibe. Stratejî û taktîkên rast çênabin. Ji ber vê şerê çêdibe û qurbaniyên tên dayîn, nakevin xizmeta gelê Kurd.

Têbînî; Ev nevîs ji pirtûka bi navê “Dîroka Kurdistanê” ya Ş. Helmet (Diyar Xerîb) hatiye berhevkirin.