ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2022
2 gulan, 2022   23:00

-Têkildarî êrişên li ser Şengalê, meclisên bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyên cuda didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya Hisên diyar kir ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan heye û got: "Li herêmê rêberek ku nûnertiya hêviyên gelên azadîxwaz bike, tune ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li ser daxwaza komîn û cotkaran, Girînendeya Jêderên Avê ya Herêma Cizîrê 4 kenalên bendavan vekirin da ku 13 hezar donimên zevî ava bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komkujiya li taxa Tedamun a Şamê di rojeva Sûriyê û cîhanê de ye. Siyasetmeda Xiyas Neîse anî ziman ku komkujiyê wêneyeke bi êş a hovîtiya rejîmê û hêzên dijberî şoreşê tîna bîra mirov. Her wiha got, MSD'ê ya herî zêde dikare dosyaya sûcdaran bişopîne. (BI WÊNE).

DOSYA

- Di sala 1929’an de li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hinek rewşenbîr û siyasetmedaran ve “Partiya Hîva” tê avakirin. 5-6 salan risteke cidî dilîze. Pêwendiyên wê li gel tevgerên li parçeyên din yên Kurdistanê berfireh in. Beriya vê partiyê, navê malbata Barzanî di hinek şerên eşîran de derbas dibe. Malbata Barzanî jî piştî avabûna partiyê çend salan tevlî vê partiyê dibin û ristekê di nava vê partiyê de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji fermandarên YPJ'ê Evînar Dêrik got, rizgarkirina herêmên dagirkirî, tohildana jinên ku rastî tundî û îşkenceyê tên, pênava avakirin ji plansaziyên wan ên sala bê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-KURDISTAN

- Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de anîn ziman û got: "Ala berxwedanê wê li ba be.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyan diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de ji aliyê hêzên dagirker û qirker ve bi gelek cureyan rastî hewldanên qirkirinê hatiye û got “Niha jî dixwazin bi hinceta PKK`ê koka Kurdan biqelînin, lê mîna her carê Kurd li ber xwe didin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk ji dema avabûna xwe ve xwedî ajandayeke vekirî yan jî veşartî ye ku hem dixwaze li ser herêmê pêk bîne, hem jî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdan bi rê ve dibe. Di dema desthilata AKP-Cemaetê û desthilata faşîst a AKP/MHP'ê de ev ajande bi navê Osmaniya Nû hate binavkirin.

ANHA