​​​​​​​Malbatên şehîdan piştgirî da berxwedana girtiyên siyasî

Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de anîn ziman û got: "Ala berxwedanê wê li ba be.''

​​​​​​​Malbatên şehîdan piştgirî da berxwedana girtiyên siyasî
3 gulan, 2022   00:47
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Rejîma Tirk îşkenceya bedenî û zextên dirûnî li ser girtiyên siyasî yên di girtîgehên xwe de didomîne da ku berxwedana wan têk bibe. Lê girtî berxwedana xwe didomîne.

Malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo anîn ziman ku berxwedana girtiyên PKK'ê dîrokî ye, ji bo misogerkirina mafên gelên bindest e.

Ebdulhadî Ehmed bavê du gerîlayên şehîd Gulbuhar Amûdê û Hêlîn Amûdê ye anî ziman ku berxwedana girtiyên PKK û PAJK'ê yên di girtîgehên dewleta Tirk de rengek ji rengên berxwedanê ye û got: "Di têkoşîn û dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de berxwedana girtiyan cihekî girîng û sereke ye. Ev berxwedan bi fermandar Mezlûm Dogan û hevalên wî Mihemed Xêr Durmuş, Kemal Pîr û Elî Çîçek dest pê kir."

'MEZLÛM DOGAN ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ PÊXIST'

Ehmed got, dewleta Tirk xwest di kesayeta wan têkoşeran de vîna gelê Kurd bişkîne û girtîgeh kir cihê şikandina îradeya kurdan û wiha domand: "Lê berxwedana ku Mezlûm Dogan û hevalên wî dest pê kir çirûska şoreşê pêxist ku heta roja me ya îro pêketî ye. Ev berxwedanî besiva herî xurt a li hemberî komplo û sûcên dewleta Tirk e."

Ebdulhadî Ehmed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk girtina siyasetmedarên ku ji bo mafên gelên bindest têdikoşin, didomîne û da zanîn ku desthilata Tirk bi girtina têkoşer û parlementerên li Bakurê Kurdistanê hewl dide vîna gelê Kurd bişkîne û nasnameya wê ji holê rake.

Ehmed anî ziman ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û piştgiriya girtiyan bikin heta ku armancên xwe pêk bînin û wiha domand: "Em ê çalakiyên xwe yên piştgiriya berxwedana girtiyan dewam bikin, ji ber ku berxwedana wan hêviya pêkanîna aştiyê ji gelê me re ye."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî yê birayê gerîlayê şehîd Aras Şiblî ye destnîşan kir ku Mezlûm Dogan bi bedena xwe çirûska şoreşê vêxist, çirûska şoreşê libelav bû û li hemberî siyasetên qirkirinê rêya azadî û têkoşînê ji bo gelê Kurd ronî kir.

'ALA BERXWEDANÊ WÊ LI BA BE'

Şiblî diyar kir ku berxwedana girtiyan ji bo gelê Kurd pêvajoyeke nû ye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi hezaran keç û xortên me tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn ku bi fikr û felsfeya rêber Ocalan avabûye. "

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî anî ziman ku her çiqasî dewleta Tirk zextên xwe li ser girtiyan zêde bike, girtî dev ji doza xwe bernadin û dê ala berxwedanê li ba be û got: "Em bi girtiyên xwe re ne û şopdarên xeta rêberê xwe ne."

(bb)

ANHA