'Tolhildan û rizgarkirina herêmên dagirkirî di plansaziya YPJ`ê de ne'

Ji fermandarên YPJ'ê Evînar Dêrik got, rizgarkirina herêmên dagirkirî û tohildana  jinên ku rastî tundî û êşkenceyê hatine di plansaziyên wan ên sala bê ne.

'Tolhildan û rizgarkirina herêmên dagirkirî di plansaziya YPJ`ê de ne'
3 gulan, 2022   07:58
HESEKÊ

3`yemîn Konferansa YPJ'ê bi diruşma "YPJ'ê hêza misogeriya azadiya jinê, rizgarkirina xakê û têkbirina dagirkeriyê ye", bi beşdarbûna 400 fermandar û şervanan YPJ'ê li Hesekê li dar ket. Konferans du rojan 30'yê Nîsanê û 1'ê Gulanê dewam kir.

Ji fermandarên YPJ'ê Evînar Dêrik, ji ajansa me re konferans nirxand û bal kişand ser nîqaşên di nava konferasnê de hatine kirin û planên YPJ'ê yên ji bo salên bê eşkere kir.

Evînar Dêrikê destpêkê lidarxistina konferansê li rêber Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir û got: "Di konferansê de destkeftiyên ku YPJ'ê di nava 3 salan de pêk anîne, kêmasiyên ku tê re derbas bûn û çawaniya derbaskirina kêmasiyan hatin nîqaşkirin."

Evînar Dêrik diyar kir ku di nava 3 salan de êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, di raydeya yekemîn de di şexsê YPJ'ê, jinên têkoşer ên ku li azadiyê digerin, kirin  armanc.

Fermandar Evînar Dêrik di nava axaftina xwe de bal kişand ser sedemên derengketina lidarxistina konferansê û got: "Ji ber rewşa herêmê konferansê me dereng ket, lê ruxmî vê yekê me karî konferansa xwe li dar xistiba ku bi xwe serkeftinek e.''

Evînar Dêrik bal kişand ser nîqaşên ku di konferansê de hatine kirin û ev tişt jî anî ziman: "Me di konferansê de behsa çawaniya rizgarkirina herêmên dagirkirî û tolhildana jinên rastî tundî û êşkeceyê hatine kir. Her wiha me mijara jinûve avakirin û bi hêzkirina rêxistinkirina xwe jî nîqaş kir."

Fermandara YPJ'ê Evînar Dêrik diyar kir ku YPJ'ê di nava 10 salan de xwedî mîrateyeke têkoşînê ye ku bi xwîna xwe nivîsandiye.

Der barê  biryarên di konferansê de hatine girtin, Evînar Dêrik got: "Konferans bi gelek biryaran encam da. Ji biryarên herî sereke, rizgarkirina herêmên dagirkirî, çawaniya parastian destkeftî û nirxên şoreşê û bi hêzkirina rêxistinbûna xwe ne.''

(şt)

ANHA