Dagirkeriya Tirk gundên Şera û Şêrawa dane ber topan

Di roja yekem a Cejna Remezanê de de dewleta tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk gundên Şera û Şêrawa dane ber topan
2 gulan, 2022   08:33
ŞEHBA

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, gundên tên topbarankirin ev in; Bênê, Îrşadiyê, Malîkiyê, Şewarxa, Keleha Şewarxa, Merenaz, Tat Maraş, Alqemiyê, Tinib.

Heta niha zêdetirî 200 obîs û hawan li herêmê ketine.

(cx)

ANHA