Artêşa Iraqê bi çekên giran êrişî Şengalê kir

Artêşa Iraqê bi awayekî dijwar êrişî Şengalê kir û dagirkirina wê dike armanc.

Artêşa Iraqê bi çekên giran êrişî Şengalê kir
2 gulan, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê di van kêliyan de bi tank, top û çekên giran, ji bo dagirkirina Şengalê dest bi êrişek berfireh kiriye.

Artêşa Iraqê li Dugura Şengalê bi tankan êrişek berfireh dike. Bi taybet artêş di êrişê de tankan bikartîne, di van kêliyan de şer li Dugurê girane.

Şervanên parastina Şengalê, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ji bo parastina xelkê Êzidî û Şengalê, bersiva êrişan didin.