Li asîmanê Şengalê tevgera helîkopteran heye

Hemwextî liv û tevgerî ya li ser sînorê Rojava-Şengal, di van kêliyan de li asîmanê Şengalê tevgereke zêde ya helîkopteran heye.

Li asîmanê Şengalê tevgera helîkopteran heye
2 gulan, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, piştî sewqîyata leşkerî li ser sînorê Şengal-Rojava, êriş û pêvçûnên li Sinûnê, niha jî tevgera hewayî li ser Şengalê zêde bûye.

Li ser tevahî Şengalê helîkopterên leşkerî divan kêliyan de difirin. Ji navenda Şengalê heya li ser Dugurê, Sinûnê, Xanesorê, Medîban û gelek herêmên din helîkopter li ser qadê difirin.

Helîkopter derbas nabin, lê tenê bi awayek dorveger li asîmanê Şengalê difirin.