Başaxa destpêkirina diyaloga nîştimanî ya aliyên Lîbyayê ragihand

Serokê hikumeta Lîbyayê yê erkdarkirî Fethî Başaxa ji bo dan û standina yekser bi hemû aliyan re û gihîştina lihevkirinekê, destpêkirina diyaloga nîştimanî ragihand.

Başaxa destpêkirina diyaloga nîştimanî ya aliyên Lîbyayê ragihand
2 gulan, 2022   08:18
NAVENA NÛÇEYAN

Di xîtaba Cejna Remezanê de, serokê hikumeta Lîbyayê ku parlamantoyê erkdar kiriye, Fethî Başaxa destpêkirina diyaloga nîştimanî ragihand. Armanc ji diyalogê, dan û standina yekser a bi hemû aliyên Lîbyayê re û gihîştina lihevkirineke nîştimanî ya rasteqîn e.

Li gorî Tora El-Erebiye, Başaxa got armanc ji însiyatîfê ew e ku di vê qonaxa hesas de rêgeza beşdariya nîştimanî ji diyalogê re mayînde bibe.

Ev yek di demekê de pêk hat ku Ebdulhemîd El-Debîbe careke din soza parastina paytext Terablusê da.

Ji dema ku Fethî Başaxa li kêleka Ebdulhemîd El-Debîbe wek serokê hikumetê hatiye erkdarkirin û bi vir ve, li Lîbyayê tu pêşketinên siyasî çênebûne.

 (eh)