​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam behsa wergirtina petrolê ji 'dewletên dost' dike

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa Sûriyê, bombebarana li ser depoyeke petrolê li Hewlêrê û rewşa Sûdanê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam behsa wergirtina petrolê ji 'dewletên dost' dike
2 gulan, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞAMÊ EŞKERE KIR KU HIN WELATÊN DOST DÊ PETROLÊ BIDIN WÊ’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Wezîrê petrolê yê hikumeta Şamê Besam Tema ragihand ku di demeke nêz de dê hawirdeyên petrola xam bigihêjin destê wan. Tema ji rojnamevanan re daxuyand ku dê krîza benzînê di demeke nêz de çareser bibe. Her wiha diyar kir ku bidawîbûna krîza petrolê bi temamî bi gihaştina petrolê ji Sûriyê re girêdayî ye û got: “Hikumeta Sûriyê bi hevkariya dewletên dost li ser vê yekê kar dike.”

Tema, dewletên dost ên ku dê petrolê ji Sûriyê re bişînin, eşkere nekirin.

Pirspor dibêjin ku petrola depokirî li Sûriyê hindik maye biqede, lê beriya niha Ernûs dabû zanîn ku 50 milyon lître benzîn û 33 milyon lître mazot heye.

Şerê li Ukraynayê bandor li rewşa aborî ya Sûriyê kir, ji ber ku cezayên welatên rojavayî û Amerîkayê bandor li hawirdeyên ji Rûsya û Îranê tên Sûriyê jî kir.

Hin raporên di medyaya Ereban de jî ragihand ku hikumeta Şamê ji dewletên Ereban petrol û genim xwestiye."

‘LI IRAQÊ JI BER BOMBEBARANÊ AGIR BI DEPOYEKE PETROLÊ KET’

Têkildarî kar û barên Iraqê jî, rojnameya El-Beyan nivîsî: "Li Iraqê di encama bombebaranê de agir bi depoyeke petrolê ket.

Duh Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku rafîneriya petrola xam a li parêzgeha Hewlêrê ya herêma Kurdistanê hate bombebarankirin û agir bi depoyeke petrolê ket.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aliyên peywendîdar agir vemirandin û moşeke din li derveyî parzûngehê ket, lê tu windahiyên canî çênebûne.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku ev kiryarekî hovane ye û armanc jê zirarê bigihînin kehrebeyê. Lê hêzên ewlekariyê dest bi lêgerîna li sûcdaran kir û got ew ê hêzên me komên terorîst bişopîne û wan bigire."

‘SÛDAN… DAXWAZA DÛRXISTINA PARTIYA EL-BEŞÎR JI DIYALOGA NÎŞTIMANÎ’

Rojnameya Îtîhad a Îmaratê jî têkildarî kar û barên Sûdanê wiha nivîsî: “Partiya El-Umme El-Qeymiye ya Sûdanê diyar kir ku divê di komxebata amadekar a diyalogên nîştimanî de ku NY, Yekitiya Afrîkayê û Rêxistina El-Îcad banga wê kirine, tenê hêzên siyasî yên tev li belgeya destûrê û hêzên şoreşê bûne, hebin û Partiya Kongreya Nîştimanî ya berê serdest bû û hevalbendên wê werin dûrxistin. Her wiha destnîşan kir ku divê komxebata tê payîn 10`ê vê mehê dest pê bike, li gorî vegera li rêgeha demokrasiyê tev bigere.

Partiyê bang li her kesî kir ku xetereya li ser çarenûsa welat zanibin û ji bo Sûdan parçe nebe, kar bikin."

(eh)