'Roja em vegerin warê xwe, cejn e'

Cejna Remezanê bi kêfxweşiyeke kêm bi ser koçberên kampên Şehba û Serêkaniyê de tê. Kêfxweşiya koçberan bi vegera bi rûmet li warê xwe temam dibe. Koçberan got, "Heta em dûrî xaka xwe ne cejna me tune ye, cejna me roja vegera me ye."

'Roja em vegerin warê xwe, cejn e'
2 gulan, 2022   01:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Civaka îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja duşemê Cejna Remezanê pêşwazî dike.

Lê koçberên Efrînê cejna Remezanê îsal bi awayekî din pêşwazî dikin. Di bin konên koçberiyê de pêşwaz dikin. Ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku îslamê reş dikin, ew bi darî zorê koçber kirin.

Bi kêfxweşiyeke kêm û dilên tijî hêrs koçber cejna Remezanê pêwazî dikin. Tevî pîrozbûna vê cejnê ku tê de dil paqij dibin û hezkirin tê de belav dibe, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku şênî ji warên wan bi darî zorê dan koçberkirin, êrişên li ser herêmê, didomînin. Bi wan êrişan re hewl didin herêmên din ên Sûriyê dagir bikin.

Koçberan da zanîn ku ew bi bijarteya berxwedanê ve girêdayî ne, ji ber ku tê de garantiya vegera li xaka xwe dibînin.

/kr/uploads/files/2022/05/01/192225_-_1.webp

Koçbera bi navê Nesrîn Şabo ku di komîna 5`an a kampa Berxwedan a kantona Şehbayê de dijî ji ANHA`yê re got ev cejna Remezanê ya 5`an e ku di kampan de pêşwazî dikin û wiha domand: "Di kampan de em di gelek aliyan de zehmetiyan dibînin, dixwazin me ji keleha berxwedanê (Kampên li Şehbayê) derxin. Bi vê yekê dixwazin em Efrîna xwe ya dagirkirî ji bîr bikin."

Nesrîn Şabo bal kişand ser zehmetiyên ku ev 5 salan di kampê de dibînin û wiha pê de çû: "Me gelek zehemetî dîtin. Ambargo û topbaran di astên herî jor de ne. Dixwazin berxwedana me lawaz bikin û me ji Şehba û kampan derxin. Ji ber ku berxwedana me ya di kampan de bûye kelem li pêş wan. Em ê li hember hemû planên dagirkeriyê ku dixwazin îradeya me bişikînin rêya berxwedan û têkoşînê bidomînin heta ku Efrînê rizgar bikin û li warê xwe vegerin."

 ‘EM BI BERXWEDANÊ VE GIRÊDAYÎ NE‘

/kr/uploads/files/2022/05/01/192109_-.webp

Koçbera bi navê Xedîce Ebdo di komîna 3`yemîn a kampa Berxwedan de dijî diyar kir ku şêniyên Efrînê di her 5 kampên li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê de li hember planên dewleta Tirk bi berxwedanê ve girêdayî ne û wiha axivî: " Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li hember planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Em dev ji kantona xwe ya dagirkirî bernadin."

Xedîce Ebdo bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku erka xwe li hember şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, hesab ji dewleta Tirk û çeteyan wê e bixwazin û wan ji herêmên dagirkirî derxin da ku şêniyên resen li warê xwe vegerin.

Hemwextî êrişên li ser Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawa û li ser Şengalê, dewleta Tirk a dagirker û bi beşdarbûna PDK'ê, ji 17'ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.

/kr/uploads/files/2022/05/01/192126_-.webp

Têkildarî vê yekê koçberê bi navê Şoreş Îsa ê di komîna 7`emîn a kampa Berxwedan de dijî destnîşan kir ku armanc ji êrişan ew e ku berxwedana gerîla û şêniyên ku projeya neteweya demokratîk li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî bi rê ve dibin têk bibe. Şoreş Îsa got, ew bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne.

 ‘HETA KU EM JI XAKA XWE DÛR BIN, CEJN JI ME RE BÊ WATE YE‘

/kr/uploads/files/2022/05/01/192045_-large.webp

Îbrahîm Xedban ku ji herêma Serêkaniyê ye û di kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayî ya bajarê Hesekê de dijî got: "Heta ku em ji xaka xwe ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine dûr bin, cejn ji me re bê wate ye."

Xedban êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin û wiha domand: "Êrişên wan bi armanca qirkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Ev dagirkirina osmanî ye. Em wan qebûl nakin. Ev welat welatê me ye."

Îbrahîm Xedban di dawiyê de îşaret pê kir ku berxwedan rêya yekane ya xilasiya ji dagirkeran e û ev tişt anî ziman: "Berxwedan rêbaza xilaskirina ji dagirkeriya  dewleta Tirk a  li ser xaka me ye. Civata navneteweyî li hember sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dike, bê deng e. Em ê heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin. Em bang li gelên herêmê dikin bibin yek. Ji ber ku bi berxwedana pêkhateyan û hevgirtina wan em ê herêm û xaka xwe rizgar bikin û bi zarokên xwe re yên di eniyên şer de, bisekinin."

 ‘ROJA EM VEGERIN CEJN E‘

/kr/uploads/files/2022/05/01/192200_-large.webp

Koçbera bi navê Îda Semho jî anî ziman ku roja herêma Serêkaniyê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  were rizgarkirin ew roj cejn e û wiha domand: "Ji bilî derxistina dagirkeran ji warê me em tiştekî din naxwazin.

Îda Semho bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêmê pêk tîne, şermezar kir.

/kr/uploads/files/2022/05/01/192141_-.webp

Koçberê bi navê Elî El-Xetab got, dewleta Tirk û çeteyên wê wî û zarokên wan ji malên wan koçber kirin û ev tişt anî ziman: "Di vê cejnê de em bi hesreta ku serdana gora dê û bavê xwe li bajarê min ê dagirkirî  bikin. Em di mala xwe de bin, xizm û cîran serdana me bikin."

Elî El-Xetab wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cejn ji bo me êşek e. Em li ser gorên hezkiriyên xwe xwe, mal û xaka xwe bi êş in. Divê em li ber xwe bidin heta ku xaka xwe rizgar bikin û vegereke ewle misoger bikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/amPx38wWxdw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>