​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Hevgirtina me rêbazê yekane yê têkbirina êrişan e

Rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku şêniyên herêmê dê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker destekê bidin QSD`ê û got: "Yekane rêbazê têkbirina van êrişan hevgirtina pêkhateyan e."

​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Hevgirtina me rêbazê yekane yê têkbirina êrişan e
2 gulan, 2022   03:08
DÊRAZOR-SAMIR EBDULEZÎZ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, heman demê şaneyên DAIŞ`ê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê kiryarên xwe zêde kirine.

Têkildarî mijarê rûspiyê eşîra El-Merasme ya bajarokê Baxozê Zîb El-Dawûd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojilatê Sûriyê şermezar kir û da zanîn ku ev êriş yekitî û biratiya gelê herêmê dike armanc.

Zîb El-Dawûd bi domdarî got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên ku yekitiya me dike hedef, yek in. Ji bo têkbirina xewna osmaniyan em ê hevgirtî bin."

El-Dawûd destnîşan kir ku zêdegaviyên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê xeteriyeke mezin li ser her du herêman, ne tenê li ser gelê Kurd, lê belê li ser hemû pêkhateyan e.

El-Dawûd di dawiyê de got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê destekê bide QSD`ê û amade ne li dijî artêşa Tirk a dagirker û gefxwarinên wê yên li ser herêmê çekan rakin û xaka xwe biparêze.

Rûspiyê eşîra Igêdat li Baxozê û endamê Meclisa Kombûna Eşîrên El-Bûkemal Hewas El-Casim got: "Herêmên Rêveberiya Xweser piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin bi ewle ne, lê artêşa Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kir da ku hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike."

Hewas El-Casim ev li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker sûdê ji şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û mijûlbûna cîhanê bi vî şerî digire û êrişên berfireh li ser Sûriyê û Iraqê daye destpêkirin."

El-Casim diyar kir ku ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike, dixwaze projeyê wê derbe bike, ji ber ku wekî  gefan li ser planên xwe yên mêtîngeriyê dibîne.

El-Casim anî ziman ku yekane rêbazê têkbirina hemû gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha axivî: "Bapîrên me li ber xwe da û osmanî û fransî ji Sûriyê derxistin, em ê jî wekî wan li dijî hemû gefên li ser herêmên xwe bisekinin."

El-Casim bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li gorî rêgez û pîvanên navneteweyî tev bigerin, hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin û dawî li projeya wê ya nû ya mîtînger a li Sûriyê bînin.

(eh)

ANHA