​​​​​​​Çîçek Zagros: Divê jin pergala xwe ya parastinê xurtir bike

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Çîçek Zagros diyar kir ku YPJ`ê hêza xwe ji civaka xwe digire û got: "Divê jin pergala xwe ya parastinê xurt bike, da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."

​​​​​​​Çîçek Zagros: Divê jin pergala xwe ya parastinê xurtir bike
1 gulan, 2022   23:38
HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi beşdarbûna 400 şervan û fermandarên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konferansa xwe ya sêyemîn li bajarê Hesekê li dar xist. Konferans bi dirûşma ''YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye'' 30'yê Nîsanê û 1'ê Gulanê dewam kir.

'VÎNA XWE JI RÊBER OCALAN DIGIRIN'

Têkildarî girîngiya konferansê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temir Çîçek Zagros ji ANHA'yê re axivî.

Çîçek Zagrso konferans li jinên azadîxwaz û tevahiya gel û demokratan pîroz kir, îşaret bi berxwedana YPJ'ê a li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "YPJ`ê ji destpêka avakirina xwe ve berxwedaneke lehengane nîşan dide."

Konferansa damezrîner a YPJ`ê di 2`yê Nîsana 2013`an bi diruşma "Ji bo misogeriya serkeftina şoreşê xwe di nava YPJ'ê de bi rêxistin bikin", li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo li dar ket û bi awayekî fermî di 4`ê Nîsana heman salê de hate ragihandin.

Çîçek Zagros bal kişand ser rasthatina roja damezrandina YPJ`ê û rojbûna rêber Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Roja damezrandina yekîneyan ne rojeke normal bû, lê belê roja rojbûna rêber Ocalan bû. Îro jî şervan bi heman îrade û moral konferans xwe ya 3`yemîn li dar xist."

SEKNA LI DIJÎ FAŞÎZIM Û ÊRIŞAN

Çîçek Zagros diyar kir ku Konferansa 3`yemîn a YPJ`ê bi encamên girîng û avakar ji bo hemû gelan bi dawî bû û got: "Ji ber ku asyonên YPJ`ê roj bi roj berfireh dibe ku jinên ji hemû pêkhate û jinên enternasyonalîst cihê xwe tê de digirin."

Der barê girîngiya damezrandina YPJ`ê di Şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku jin pêşengtiya wê dike, Çîçek Zagros wiha axivî: "2022`yan salake serkeftî bû, ji ber ku tê de şerê cîhanê yê sêyemîn hebû ku hêzên hegemonîk îdare dikin. Di vir de YPJ`ê erka parastina destkeftiyên şêniyên herêmê û şoerşê girt ser milên xwe."

Çîçek Zagros da zanîn ku YPJ`ê hêza xwe ya li dijî êrişên li ser şoreşa xwe ji civaka xwe digire.

'DEWLETA TIRK A DAGIRKER TOLÊ JI SERKEFTINÊN YPJ'Ê HILTÎNE'

Çîçek Zagros diyar kir ku divê pergala xwe ya parastinê xurtir bike, da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û wiha dewam kir: "Lidarxistina konferansa me ya 3`yemîn ji bo geşkirin û xurtkirina fikrê stratejîk gaveke girîng bû, ji ber ku şerê di vê qonaxê de bi awayekî balkêş bi rêya şerê teknolojiyê tê kirin."

Çîçek Zagros îşaret bi rola pêşeng a YPJ`ê di paratina herêmê de kir û got: "YPJ`ê 2018 û 2019`an çeteyên DAIŞ`ê di qada erdnîgariyê de têk bibin. Ev berxwedan wekî zayîneke nû ya YPJ`ê bû. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze tola binkeftina çeteyan hilîne û êrişî Efrîn û Serêkaniyê kir."

Endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Til Temir Çîçek Zagros wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di demekê de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişan re rû bi rû ne, YPJ`ê konferansa xwe ya 3`yemîn li dar xist da ku plansaziyên xwe yên xurtkirina hêzên xwe nîqaş bike. Ev konferans di meha Nîsanê de li dar xist, ji ber ku ev meh bi meha berxwedan û serkeftinê tê naskirin, lew ra ev konferans dê bibe nasnameya nûjenkirin û derxistina biryaran ji bo civakê bi giştî."

(eh)

ANHA