​​​​​​​Bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan hatin kirin- HATE NÛKIRIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan hatin kirin û mûm li ser hatin pêxistin.

1 gulan, 2022   19:59
 NAVENDA NÛÇEYAN

DÊRIK

Bi boneya Cejna Remezanê bi dehan malbatên şehîdan ên navçeyên Dêrik û Girkê Legê  Goristana Şehîd Xebat ziyaret kirin.

Malbatên şehîdan deqeyeke rêz girtin û mûm li ser gorên şehîdan pêxisitn.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê êvara Cejna Remezanê berê xwe da Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Digurê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo û li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û şêranî belav kir.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî, bi sedan şênî di nav de malbatên şehîdan, saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan û ji bo wefedariya bi şehîdan re mûm li ser gorên wan, pêxistin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan Cejna Remezanê li malbat, hevjîn, zarokên şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyêpîroz kir.

ŞEHBA

Bi boneya Cejna Remezanê bi sedan malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, endamên sazî û yekitiyên sivîl ên kantona Şehbayê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê kom bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Elo Cejna Remezanê li tevahî şêniyên herêma Efrînê pîroz kir û wiha axivî: "Em Cejna Remezanê li tevahî şêniyên Efrînê yên li hember planên dewleta Tirk li ber xwe didin, pîroz dikin. Em vê cejnê li zarokên xwe yên li çiyayên Kurdistanê jî pîroz dikin."

Xedîce Elo di axaftina xwe de teqezî li ser berxwedana ku şêniyên Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmenên xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker dimeşînin kir û got dê planên dagirkeran negihînin serî.

Xedîce Elo berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk û PDK`ê silav kir.

Piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

HESEKÊ

Vê êvarê şêniyên Hesekê, Til Temir û Şedadê û Dirbêsiyê serdana goristanên şehîdan kir û li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Şênî ji bo bîranîna şehîdan bi boneya cejna Remezanê mûm li ser gorên şehîdan ên li goristanên şehîdan "Rustem Cûdî, Şedadê û Til Temirê" pêxistin.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi sedan şênî berê xwe da Goristana Şehîdan.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin, piştre li ser navê Nivîsgeha Jinan a Meclisa Şehîdan Remziye Îbrahîm Salih axavî û ev cejn li tevahî şehîdên azadiyê û rêber Ocalan pîroz kir.

Remziye Îbrahîm diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan ew gihiştine rêya azadî, demokrasî û jiyana birûmet.

Her wiha Remziye Îbrahîm da zanîn ku pêdiviya parastina deskeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bi kedên zêde heye.

Remziye Îbrahîm di dawiyê de cejn li tevahî gelan pîroz kir û hêvî kir ku îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Dûvre şêniyan li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

(bx-şt)

ANHA