Li dijî Hewlêrê êrişa bi mûşekan

Navçeya Xebat a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefkirin..

Li dijî Hewlêrê êrişa bi mûşekan
1 gulan, 2022   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, 6 mûşek li nêzî Zêyî Behdînan a navçeya Xebat a Hewlêrê ketin. Li gorî agahiyên destpêkê tu windahî çênebûn.

Her wiha mûşekek li Kompanya Kar ketiye û şewat çêbû. Bi wê re tîmên Parastinê yên Şaredariyê yên Hewlêrê berê xwe da cihê şewatê.

Girêdayî wê, Dijî Terora PDK’ê ragihandin ku tu windahiyên canî û ziyanên madî çênebûn. Lê agir bi Kompanya Kar a ser bi serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ketiye.

 Li gorî Dijî Terora PDK’ê mûşek ji navçeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Nînova hatine avêtin.

Di 6’ê Nîsanê de jî 3 mûşek li navçeyên Kewirgosk û Rizgarî yên Hewlêrê ketibûn xwarê.

Berê Îranê jî bi hînceta hebûna îstixbareta Îsraîlê bi 12 Mûşekan êrişî Hewlêrê kiribû.