Dayikên şehîd û gerîlayan: Êrişên dewleta Tirk û PDK'ê ne exlaqî ne

Dayikên şehîd û gerîlayan li bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK' yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişan rabin.

Dayikên şehîd û gerîlayan: Êrişên dewleta Tirk û PDK'ê ne exlaqî ne
1 gulan, 2022   15:46
QAMIŞLO

Dayikên şehîd û gerîlayan ên bajarê Qamişlo der barê êrişên hevpar ên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li  Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Şehîdan Vînda El-Hac ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê li ser Zap, Avaşîn, Werxelê, Şêladizê û Metînayê hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş ne mirovî ne jî exlaqî ne.

Her wiha ev tişt hat gotin: "Tevî ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrişî hêz û xaka me dike, lê rêxistinên mafên mirovan bê deng dimînin. "

Dayikan di daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê û dayikên çekdarên "Roj" kirin ku rê nedin zarokên xwe bibin hevkarên dewleta Tirk, birayên xwe yên Kurd bikujin û fitne di navbera  me de derbixin. Her wiha bang li wan hate kirin ku xiyanet û sûcên derexalqî yên li dijî kurdan şermezar bikin û piştgiriyê bidin gerîlayan û çalakiyan li dar bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Gerîla xak, dîrok û çanda me parast. Li hemberî kesên ku xwestin nasname û çanda me qir bikin sekinî. Em ê piştgiriya xwe bi gerîla û zarokên xwe dewam bidin. Serkeftin wê ya me be. Bi îradeya zarokên me wê tevahî plan û êrişên faşîzmê têk biçin. Ji bo biratî û mirovahiyê wê serkeftin para hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne be."

ANHA