Li kampa Holê penaberekî iraqî hate kuştin

Li kampa Holê ku xetertirîn kamp li cîhanê ye, cenazeya penaberekî iraqî hate dîtin.

Li kampa Holê penaberekî iraqî hate kuştin
1 gulan, 2022   14:31
HESEKÊ

Li nêzî Meclisa Iraqê ya di hundirê kampê de cenazeya penaberekî iraqî hate dîtin ku du gule li serî wî hate xistin. Li gorî agahiyan, dema penaber ji sûka kampê vedigeriya konê xwe kesên nenas gule lê reşandin.

Li gorî belgeyên hêzên ewlehiyê yên taybet bi ewlehiya kampê, cenaze di beşa yekemîn a taybet bi iraqiyan hate dîtin, yê Îyad Zên El-Ecac e. Îyad Zên El-Ecac sala 1990'î li bajarê Enbarê yê Iraqê jidayik bûye.

Ji destpêka îsal ve 11 kes  kampê hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne.

Di 21’ê vê Nîsanê de jî hêzên ewlehiyê cenazeya jina bi navê Wela Hemamê li pêş deriya konê wê yê li beşa 4 dît. Di 19’ê heman mehê de jî cenazeyên du jinên nenas li beşa 4’an hatin dîtin. Di hemanê rojê de cenazeya jineke iraq bi navê Sûriya El-Uwêd li beşa yekemîn hate dîtin.

Di 23’yê vê Nîsanê de jî ciwanekî iraqî bi navê Ramî Mihdî ku bi gelek guleyan hatibû hedefkirin li beşa yekemîn hate dîtin.

Li kampa Holê par 126 sûcên qetilkirin, 41 hewldana qetilkirin û 13 rewşên şewitandina konan çêbûn.

Li gorî bîlançoya dawî, li kampa Holê 57 hezar û 460 kes ji jin û zarokan di 15 hezar û 603 malbatan de ne. Ji nav wan jî iraqî, sûrî, jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî hene ku hejmara wan 8 hezar û 555 di nav 2 hezar û 529 malbatan de ne û ji 53 welatan e.

(fr)

ANHA