​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên Tirkiyê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê eşkere kirin.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên Tirkiyê eşkere kir
1 gulan, 2022   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyeniyekê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê û ziyanên van êrişan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe berdewam dike, hemû qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike. Artêşa Tirk gundên ku şênî li hene dike hedef. Alava wê ya leşkerî gefan li welatiyan dixwe, tirsê dixe nava welatiyan. Welatî carekê ji gundên xwe koçber dibin, carekê jî rûbirûyî mayînê dibin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû sûcên derexlaqî û dermirovî pêk tînin û her tiştê li pêş wan çi mirov, çi kevir dibe, çi jî kalemêr, jin û zarok dibe dikin hedef. Armanca wan tirsandina welatiyan û îqnakirina wan ku jiyan li vî cihî ne pêkan e û tê de mirin heye.

Binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha Nîsanê wiha ye:

Li eniya Sacûr a bakurê Minbicê gelek binpêkirin çêbûn, hin caran topbaran û hin caran jî bombebarana bi balafirên bêmirov hebûn. Di encamê de du sivîl şehîd bûn.

Bi nêzî 55 topan gundên Cat, Ewn Dadat, Ereb Hesen, El-Muhsinlî, Seyada û Yalnilî bê serûber kirin armanc. Her wiha balafirên bêmirov 5 caran ew gund bombebaran kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da van êrişên bêserûber da û balafireke bêmirov beriya armanca xwe pêk bîne, xist xwarê.

Li aliyekî din jî dagirkeran 17 caran gundên li seranserî eniya Sacûr bi çekên giran û sivik kirin hedef. Di encamê de li Mezreya (Cerad) ê girêdayî gundê Muhsinlî yê bakurê rojavayê Minbicê sivîlek şehîd bû û yekî din li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê birîndar bû.

Ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere dibe ku jiyana welatiyan ne di xema wan de ye.

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên dikevin xana sûcên şer pêk tîne. Qetilkirinên bimebest û êrişên derqanûnî ku gelek welatî kuştine pêk tîne. Ji ber bê navber Minbic, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Di encamê de, armanc ji wan êrişên bêrewa wêrankirina jiyana welatiyan, neçarkirina koçberiyê ye. Her wiha da ku welatî bi tirsê re rû bi rû bin ku gelek welatî qetil kirin û birîndar kirin."

(fr)

ANHA