Li Derayê êrişên li ser hev; leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li ser rêya Rexem El-Melêha Xerbiyê ya Derayê, çekdarên nenas 3 êriş li ser hev pêk anîn, di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û yekî din birîndar bû.

Li Derayê êrişên li ser hev; leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
1 gulan, 2022   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser rêya Rexem El-Milêha Xerbiyê ya li rojhilatê bajarê Derayê çekdarên nenas bi guleyan leşkerekî hikumeta Şamê kir hedef û ew birîndar kir.

Her wiha di dema derbasbûna dewriyeyeke hêzên hikumeta Şamê de li ser heman rêyê, mayinek bi dewriyeyê de teqiya. Piştre di navbera çekdarên nenas û hêzên hikumeta Şamê de li herêmê şer derket û nêzî saetekê dewam kir.

Hemwextî wê, li bajarê Izre yê li gundewarên Derayê mayinek bi erebeya leşkerekî hêzên hikumeta Şamê de teqiya û di cih de hat kuştin.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 185 êriş bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 2 jin, 4 zarok û 73 sivîl din, 54 leşkerên hikumeta Şamê û hevkarên “saziyên ewlehiyê” û endamên “lihevkirinan”, 10 çekdarên ku berê “lihevkirin” pêk anîne û piştre tev li tu aliyên leşkerî nebûne, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 6 kesên nenas û endamekî komên alîgirên Rûsyayê, bi giştî 145 kes hatine kuştin.

(cx)