Li Helebê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê saziyên civaka sivîl ên taxa Şêxmeqsûd bi dirûşma "Bi keda karkeran em ê dagirkeriyê têk bibin, ambargoyê bişikînin û Rêbertî azad bikin" meşek li dar xist.

Li Helebê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
1 gulan, 2022   11:08
HELEB

Bi sedan karker û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn. Beşdaran alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, PKK`ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Beşdar ber bi Qada 7 Şehîdan a li rojhilatê Şêxmeqsûdê ve çûn. Li qadê hevseroka Saziyên Civaka Sivîl Sûad Hesen 1’ê Gulanê li tevahiya kedkaran û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Sûad Hesen wiha axivî: "Dema em dibêjin karker, berxwedan û serhildan û radestnekirin tê bîra me. Ji ber ku ew bingeha şoreş û berxwedana li hemberî zilm û zordestiyê ne."

Sûad Hesen diyar kir ku karker ger karker ne di nava şoreşekê de bin, ew ê têk biçe. Sûad Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dijminê sereke yê Kurdan e û PDK jî bû dijminê din ê Kurdan û wiha got: “Êdî ferq di navbera PDK`ê û dewleta Tirk de tune ye. Malbata Barzanî û PDK`ê şirîkên êrişên li ser HPG`ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.”

Piştre hevşaredarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno axivî û 1`ê Gulanê li karkerên cîhanê pîroz kir û got: "Di van rewşên zehmet de ên herêm tê re derbas dibe, em Cejna Karkeran pîroz dikin."

Sîno diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina nasnameya Kurdan êrişî herêmên gerîla dike û dewleta Tirk rewşa heyî bi kar tîne da ku bi hevkariya PDK`ê êrişî tevgera rizgariya Kurdistanê bike. Sîno destnîşan kir ku PDK bûye amûrek di destê dewleta Tirk de.

 (eh)

ANHA