Tevî astengiyan jî 1`ê Gulanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi coş tê pîrozkirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi boneya 1'ê Gulanê ji saetên sibehê ve bi hezaran kes daketin qadan û Cejna Karkeran a Cîhanê pîroz kir. Polîsên Tirk ji bo pêşî li çalakiya li Taksîm a Stenbolê bigirin, astengî derxistin û gelek kes destgîr kirin.

Tevî astengiyan jî 1`ê Gulanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi coş tê pîrozkirin
1 gulan, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

AMED

1'ê Gulanê bi pêşengiya Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Tabîban, Nûnertiya Herêmê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) û Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin" tê pîrozkirin.

Bi hezaran kes ber bi Qada Stasyonê ya Amedê ve meşiyan û li wir 1`ê Gulanê bi coşeke mezin pîroz dikin.

WAN

Li Wanê, mîtînga 1'ê Gulanê bi coşeke mezin dewam dike.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Şenol Koksal di pîrozbahiyê de axivî û got: “Em ê bi hevgirtinê cîhaneke demokratîk û laîk ava bikin. Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd em pergaleke welê dixwazin ku li şûna girtîgehan dibistan bêna avakirin, dawî li tundî û destdirêjiya li jinê bê anîn. Em ê bi hevgirtinê vê sîstemê biguherînin. Hêza me heye ku vî welatî ji nû ve ava bikin."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku ew li ber pergala mêtingerî û şer radibin û got: "Em ê îtiraza xwe dewam bikin û her tim li ber xwe bidin. Li dijî yên ku hewl didin me têk bibin, li dijî yên ku timî bi tundiyê bi ser me ve tên, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin û serî netewînin. Rêwiyên rêya sêyemîn îro li qadên 1'ê Gulanê ne. Îro roja yekitiyê ye."

STENBOL

Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Doktorên Diranan (TDB) û Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) pîrozbahiya 1'ê Gulanê destpê kir.

Li gel astengiyan jî komek ji çalakgeran bi dirûşma "Bijî 1'ê Gulanê" ber bi Taksîmê ve meşiya.

Endamên Partiya Şoreşger li navçeya Şîşliyê li hev civiyan û ber bi qada Taksîmê ve dest bi meşê kir.

Girseya gel dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" qîriya, lê belê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan nêzî 10 kes bi lêdanê destgîr kirin.

2 ROJNAMEVAN HATIN DESTGÎRKIRIN

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak û nûçegihana Jinnewsê Rozerîn Gultekîn jî ku meş dişopandin, bi karkeran re hatin destgîrkirin.

Li gel astengiyan jî endamên Komîteyên Ciwanan xwest ji Akaretler a navçeya Beşîktaşê heta qada Taksîmê bimeşin. Polîsan pêşî li komê girtin û berdevka semkî ya Partiya Azadiya Civakî Perîhan Koca jî di nav de kom destgîr kirin.

Li Harbiye ya Şîşlî jî 12 kesên daketin kolana Cûmhûriyetê û xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin hatin destgîrkirin.

Her wiha bi hezaran kes ber bi qada Maltepeyê dest bi meşê kir ku 1'ê Gulanê lê tê pîrozkirin.

Dayikên Aştiyê ku bi çarikên xwe yên spî û kincên neteweyî bal kişand, dowîzên bi nivîsên "Jin naxwazin şer bikin" û "Niha dema jinê ye" hildan û dirûşmên "Silav silav ji zindanan re hezar silav" û "Hezar silav ji Îmraliyê re" qîriyan.