28 partiyan banga krîmînalîzekirina hevkarên dagirkerên Kurdistanê kir

28 partiyên siyasî û rêxistineke jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin hemû hevkarên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî hêz û partiyên kurdî kar dikin, bê krîmînalîzekirin û şermezarkirin.

28 partiyan banga krîmînalîzekirina hevkarên dagirkerên Kurdistanê kir
30 nîsan, 2022   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 28 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevpar da.

Partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gel pêvajoya heyî ya çarenûsî, gelek hevalbendî û lihevkirin di navbera hêzên cuda de pêk tên da ku ji guhertinên ku rû didin, bi zirarek herî kêm derkevin anjî mîna xwe bimînin û rê nedin ku guhertin di pergala navneteweyî de pêk were. Yek ji wan hêzan jî dewleta Tirk e ku hewl dide gelê Kurd di bin dagirkeriya xwe de bihêle.

Partiyan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber vê yekê dem dem êrişî Hêzên Parsatina Gel (HPG) dike da ku gerîla tune bike û doza kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê çareserî bihêle.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Her wiha dixwaze destkeftiyên gelê kurd û gelên herêmê têk bibe, komkujiyên osmaniyan li dijî gelên herêmê dubare bike û mîrasa dewleta osmanî vejîne. Ji bo wê hewl dide şerê navxweyî di navbera kurdan de derxîne.”

Li ser wê partiyan bang li hêz û tevgerên kurdî kir ku li ser rêgez û nirxên diyar li hev bikin da ku di vê pêvajoyê de mafên gelê kurd û gelên herêmê misoger bikin.

Partiyan di daxuyaniyê de banga pêkanîna van daxwazan kir:

-Hevkarî bi hêzên dewleta Tirk re neyê kirin ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Her wiha kiryarên ku operasyonên dewleta Tirk ên dijminane hêsan dikin, neyên kirin.

-Platformeke koordîneyê ya hevbeş di navbera hêz û partiyên kurdî de bê avakirin da ku li hemberî dagirkeriya Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin û bikevin tevgerê.

-Xebat ji bo avakirina komîteyeke siyasî û dîplomatîk a hevbeş bê meşandin da ku dewleta Tirk li pêşberî raya giştî bê teşhîrkirin.

-Hemû hevakên sîstemên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî hêz û partiyên kurd kar dikin, bên krîmînalîzekirin û şermezarkirin.

-Çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkên di navbera hêz û partiyên kurdî de bi rêya diyaloga navxweyî.

Pêkanîna bendên li jor, emanet e têkoşînê ye, divê hemû hêz û partiyên kurdî pêk bînin da ku bidestxistina mafên gelê kurd yên rewa misoger bikin.

Partî û hêzên tevlê daxuyaniyê bûne ev in;

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Kumînîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê.

(şx)

ANHA