​​​​​​​Dayikên gerîla û şehîdan: Heta serkeftinê em ê li pişta ewladên xwe bin

Dayikên şehîdan û gerîla yên ji Qamişloyê destnîşan kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ew ê heta serkeftinê li kêleka gerîla û ewladên xwe bisekinin.

​​​​​​​Dayikên gerîla û şehîdan: Heta serkeftinê em ê li pişta ewladên xwe bin
30 nîsan, 2022   12:13
QAMIŞLO

Dayikên şehîdan û gerîlayan bi 2 daxuyaniyên cuda hevkariya PDK`ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla de şermezar kir.

Daxuyaniya yekemîn li navçeya Dêrikê hate xwendin û tê de ev tişt hate gotin: "Em dayikên gerîla û şehîdan topbarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Hevkariya PDK`ê û malbata Barzanî ji van êrişan re kiryarekî derexlaqî ye.

Li aliyekî din jî em bang li dayikên gerîla û şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê siyasetê bisekinin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li “leşkerên Roj” hate kirin ku nekevin xefika îxanetê ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê dide meşandin.

TIRBESPIYÊ

Daxuyaniya din jî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê hate xwendin. Xaliya Eyûb û Mûnteha Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em dayikên gerîla û şehîdan êrişên faşîzma Tirk êm li dijî ewladên me yên li çiyayên azadiyê, şermezar dikin û van şerên bi armanca qirkiria gelê Kurd red dikin. Em ê heta dawiyê li pişta ewlad û gerîlayên xwe bin. Çi qasî şer dirêj bike jî ew ê serkeftin para me be. Li aliyekî din jî em ji PDK`ê re dibêjin; hûn bi piştgiriya xwe ya ji dagirkeriyê re dê hilweşin. Divê em şopdarên şehîd û têkoşîna gerîla bin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V8-5keROeE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>