Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk û komkujiya El-Tedamon şermezar kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya li taxa El-Tedamon a Şamê şermezar kirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk û komkujiya El-Tedamon şermezar kir
30 nîsan, 2022   13:00
DÊRAZOR

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya herêma Kesra ya Dêrazorê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya li taxa El-Tedamon a Şamê ya ji aliyê endamên hêzên hikumeta Şamê ve hatiye kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Eyşe El-Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Krîza Sûriyê gel xiste nav tundiya ku cîhanê di vê sedsalê de nedîtiye. Gelê Sûriyê bûye qurbaniyê şerê desthilatdariyê ku bûye sedema pêkanîna komkujiyên û dîmenên vê dawiyê hatin weşandin, komkujiyek bû cîhan matmayî hişt."

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember bombebarana berdewam a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate rexnekirin û soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker hate dayîn.

Rojnameya The Guardian berî çend rojan dîmenên komkujiyeke li taxa El-Tedamon a li başûrê Şamê ya sala 2013'an belav kiribûn ku tê de bi dehan kes ji aliyê endamên hêzên hikumeta Şamê ve têne kuştin û şewitandin.

(dx)

ANHA