Desteya Ciwan û Werzîşê ji bo piştgiriya gerîla maçeke futbolê li dar xist

Desteya Ciwanan a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla duh êvarê maçek futbolê li stada Vedeng a li navçeya Girkê Legê di navbera tîmên Aliyan û Serdemê de bi dirûşma Gerîla rûmeta me ne li dar xist.

Desteya Ciwan û Werzîşê ji bo piştgiriya gerîla maçeke futbolê li dar xist
29 nîsan, 2022   07:48
QAMIŞLO

Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma "Gerîla rûmeta me ne" maçeke futbolê li stada Vedeng a li navçeya Girkê Legê di navbera di navbera tîmên Aliyan û Serdemê de li dar xist.

Bi dehan şêniyên Girkê Legê û endamên desteyê li stadê hazir bûn.

Beriya maç dest pê bike, endamê Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê Cebro Mîtanî axivî û got: "Ji bo piştgiriya gerîla em li vir in ku bedewtirîn destanên lehengiyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.

Di dawiyê de Mîtanî wiha axivî: Ciwanên Rojava bi gerîla ne. Ji ber ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişa li ser Rojava ye. Divê mîna van çalakiyan bi berdewamî li dar kevin ta ku serkeftin pêk tê.

Di dawiya maçê de tîma Serdem bi encama 2-1 bi ser ket.

Hêjeyî bibrîxistinê ye ku tîma Serdem ji Hesekê û tîma Aliyan ji Girkê Legê ye.

(şx)

ANHA