​​​​​​​Dewleta Tirk li paş perdeyan li Lubnanê berjwendiyên xwe pêk tîne

Alîkariyên dewleta Tirk ên bi rêya komeleyên dewleta Tirk berdewam dikin, her wiha ev komele piştî teqîna bendera Beyrûtê bi awayekî zêde li Lubnanê dixebitin. Çima dewleta Tirk ew qas alîkariyê dişîne Lubnanê?

​​​​​​​Dewleta Tirk li paş perdeyan li Lubnanê berjwendiyên xwe pêk tîne
29 nîsan, 2022   06:45
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Çavdêran da zanîn ku planên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên salên borî de zêde bûn. Di vê yekê de rewşên li gelek dewletên Ereban û Afrîkayê derfet digire. Ji Lîbyayê heta bi Yemenê û Somaliyê û ji Cîbotî heta bi Lubnanê Enqere hewl dide berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.

Li gorî şîrovekarên siyasî, rojnameger û dîmena li ser erdê Lubnanê di serê lîsteya berjewendiyên dewleta Tirk de ye. Tevgera sunnî ya li Lubnanê dewleta Tirk bi coş pêşwaz dike. Ji ber rojnamegerekî gotin ji serokkomarê Tirkiyê re kirin, tevgerê li dijî wê yekê sekinî û li bakurê Lubnanê xwepêşandan li dar xist.

Destekdayîna dewleta Tirk ji komele û partiyên sunnî yên li Lubnanê nesekinîne, lê ji wê zêdetir Erdogan hewl dide bi rêya destekdayînê derbasî nava artêşê bibe. Bi wê re artêşa Lubnanê sendoqên cebilxaneyên Tirkiyê wergirtin.

Di Adara 2018’an de, balyozxaneya dewleta Tirk a li Lubnanê 147 parçeyên tankan radestî artêşa Lubnanê kirin ku nirxê wê milyon dolar e. Di 2015’an de jî dewleta Tirk, Lubnan xiste nava "bernameya alîkariyên leşkerî yên Tirkiyê".

Di civîna ‘Roma 2’ de ku Adara 2018’an li dar ketiye, dewleta Tirk soz da ku destekê bide hêzên çekdar ên Lubnanê ku dê alîkariyên leşkerî ji saziyên ewlehiyê yên Lubnanê re di salên bê de berfireh bike.

Her wiha soz da ku alavên leşkerî bi nirxê 7 milyon dolar bidin hêzên taybet ên Lubnanê ku dê piştî peymanên guncaw yekser li başûrê Lubnanê were avakirin.

PAŞPERDEYA MIROVÎ

Ev fermî ye, lê komeleyên nehikumî bi rêya pêşkêşkirina alîkariyên "mirovî û geşkirinê" ji çend mehan ve li Lubnanê çalak in û di meha Remezanê de bi rêya keştiyên dewleta Tirk ku li beravên Beyrût û Terablusê bi cih dibin, zêde bûn. Dewleta Tirk an van alîkariyên dide hikumetê û saziyên wê yên ewlehî û artêşê yan jî dide desteya bilind a alîkariyan, ji wê zêdetir jî li gorî ol û mezheban dide şaredariyan.

Ji dema teqîna berava Beyrûtê di havîna 2020’an de ev komele bi awayekî çalak tev digerin. Ev çalakî jî bi gihaştina keştiya "El-Xêr" ku tê de nêzî hezar ton ji alîkariyên mirovî û xwarinê hene, tacîdar bû. Ew alîkarî li malbatên xizan ên li herêmên cuda yên Lubnanê hatin belavkirin.

Ajansa "TIKA" ya Hevkarî û Koordînasyonê ya Lubnanê bi rêya projeyên Lubnanê yên hikumetê û nehikumetî çalak e û gelek hevkariyan bi gelek wezaret û saziyên hikumetê re li dar dixin. Herî dawî jî Wezareta Jîngehê bi hevkariya meclisên çopên hişk û êzingên çêkirî re peymanek çêkir.  Li kêleka wê jî Enqere destekê dide israra saziyên ewlehiyê. Ev destekdayîn di çarçoveya bersivdayîna hikumeta Tirkiyê de bi daxwaza serokom hikumetê Necîb Mîqatî re pêk tê. Da ku çareseriyan ji bo rizgarkirina ewlehî û leşkerî li Lubnanê pêk bîne.

Ev yek jî piştî du mehan ji serdana Mîqatî û şandeya hikumeta Lubnanê ji Enqereyê re pêk hat. Di serdanê de nîqaşên kûr li ser aboriya Lubnanê hatin kirin. Mîqatî ji Erdogan xwest ku dewleta Tirk desteka "mirovî û geşkirinê" bide Lubnanê.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu demeke berê serdana Beyrûtê kiribû û ji hikumeta nû ya Lubnanê re pêkanîna Enqere ji projeyên kehrebe, veguhastin û çopê re pêşniyar kir.

‛ÇIMA EV DESTEK?’

Der barê mijarê de, rojnamegera lubnanî Hela Nesredîn got Erdogan hewl dide xwe wek "bavekî nû ji sunnîyan" re erkdar bike û "netewe" bixe bin baskên xwe, bi taybet piştî rola Erebistana Siûdiyê di vê yekê de bi paş ket, nemaze li Lubnanê.

Hele Nesredîn ji ajansa me re wiha got: "Analîz û taoriyên komployê yên têkildarî rola dewleta Tirk li Lubnanê zêde dibin. Li gel wê jî tu agahiyên zelal û tijî li ser armanc û berjewendiyên dewleta Tirk tune ne. Gelo dewleta Tirk hewl dide li Lubnanê xwe mezin bike û destkeftiyên siyasî pêk bîne? Yan hewl dide valahiya di qada sunnî de dagire?Gelo Lubnan parçeyek ji projeya dewleta Tirk a muhtemel li herêmê ye? Ev pirs bê bersiv in, bi taybet di pêşeroja nêz de û piştî hilbijartinan û tunebûna lîstokvanê sune ya bingehîn, serokê "Teyar El-Musteqbel" Sededîn El-Herîrî.

TÊKILIYÊN TEVGERÊN SIYASÎ BI DEWLETA TIRK RE

Bê guman dewleta Tirk hevalbendekî stratejîk ji aliyên siyasî re ye, nexasim sunnî. Têkiliya koma îslamî bi dewleta Tirk re yekser e, ji ber dewleta Tirk "hembêzkera" koma Îxwan El-Mislimîn e. AKP’ê piştgirê Îxwan El-Mislimîn e.

Têkiliyên Necîb Mîqatî, Feysel Keramê, Eşref Rîfî û Welîd Canpolat bi dewleta Tirk re xurt in. Lê tevî nêzbûna partiyên siyasî bi dewleta Tirk re, lê ji dewleta Tirk re li qada Lubnanê hevalbendekî xurt tune ye. Tiştê heyî hestiyariya sunnî ye. Ew jî bi sedema lawaztiya rêvebertî û têkçûnên şoreşan ji aliyên dewletên Kendavê ve, ye.

Li beramber wê yekê, destxistina hilbijartinan deriyê sereke ji çi aliyekî herêmî re li qada Lubnanê ye. Ji vegera Erebistana Siûdî û destekdayîna Hizbullah ev yek eşkere dibe. Her wiha hikumeta Şamê jî hewl dide bloka parlamentoyê ya alîgir wergire û bi Hizbullah re bike yek, da ku Îranê di lîstoka herêmî ya mezin de xurt bike. Li kêlek wê tu amadebûna dewleta Tirk di hilbijartinan de tune be. Ji ber gelek kesên radigihînên nêzî dewleta Tirk in, lê bi sedema tunebûna çi destekdayîna malî yan jî siyasî ji aliyê Enqereyê ve nazmetiya xwe tomar nekirine. Lê Erebistana Siûdî yan jî Îranê destekê didin alîgirên xwe.

Koma îslamî ku hezkirineke bê sûd ji dewleta Tirk re pêşkêş dikin bi awayekî fermi tu destekdayînê wernagirin. Ew jî ji ber hevsengiya siyasî yan jî parlamento tune ye. Lê Enqere bi hêzên siyasî re li ser bingeha nûnertiya xwe ya fermî di parlamento û hikûmetê de danûstandinan dike, ji wê zêdetir jî li gorî nêzbûna Tirkî-Erebî divê Enqere ji çi komeke girêdayî Îxwanan dûr keve.

(fr)

ANHA