Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din avê li ser Hesekê kêm dikin

Hevseroka Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li gor lihevkirinên der barê stasyona avê ya Elokê de tevnagere û ziyan digihînin xetên kehrebeyê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din avê li ser Hesekê kêm dikin
29 nîsan, 2022   06:26
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM 

Zêdeyî hefteyekê ye, gelek caran av li ser taxên bajarê Hesekê hatiye qutkirin û kêmkirin, şênî jî neçar mane avê bikirin. Metirsî heye ku careke din aloziya avê derkeve.

Ava bajarê Hesekê û gundewarên ji stasyona Elok a li rojavayê bajarê Serêkaniya dagirkirî tê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî avê weke çek bi kar tîne û dem bi dem li ser Hesekê qut dike.

Di vê der barê de Hevseroka Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê Macîda Emîn ji ajansa me re axivî.

Macîda Emîn diyar kir ku ji ber dewleta Tirk a dagirker pabendî bi lihevkirina der barê stasyona Elokê de nabe û ji ber ku çete ziyanan digihînin xetên kehrebeyê, ava vexwarinê li ser Hesekê tê qutkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagikirina bajarê Serêkaniyê heta niha ve 25 caran av li ser zêdeyî milyon welatiyên li Hesekê û gundewarên wê qut kiriye.

Beriya niha Rûsya û dewleta Tirk a dagirker der barê stasyona Elok de li hev kiribûn, lê dewleta Tirk wê lihevkirinê bin pê dike.

Macîda Emîn da zanîn ku li gor lihevkirinan, divê dewleta Tirk a dagirker bi rêya 4 pombeyan 20 bîran bi kar bîne û wiha domand:  "Niha tenê ji 14 heta 17 bîran bi 2 pombeyan tên bikaranîn, ji ber wê av kêm ji stasyonê digihêje Hesekê."

Macîda Emîn anî zmian ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ziyanê digihînin xetên ku kehrebeyê didin stasyonê, ev jî dihêle ku stasyon ji xizmetê derkeve

Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên alternatîf ji stasyona Elok pêk tîne. Yek ji wan projeyan jî kişandina ava çemê Firatê heta bajarê Hesekê ye, ew proje hîna di tecubeyê de ye.

 (şt)

ANHA