`Dibe ku bendava Cizîr bibe sedema zuhabûna Dîcle û Firat`

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Çavkaniya Avê ya Iraqê Hatem Hemîd derbarê avakirina bendeava Cizîrê ji aliyê Tirkiyê ve ji medya Iraqê re axivî û got: “Dibe ku bendav Cizîr bibe sedema zûhabûna Çemê Firat û Dîcle, ger çemê Dîcle û Firat zuha bibe, wê karesetek mezin bi xwe re bîne.”

`Dibe ku bendava Cizîr bibe sedema zuhabûna Dîcle û Firat`
29 nîsan, 2022   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Çavkaniya Avê ya Iraqê Hatem Hemîd ji medya Iraqê re axivî û ragihand ku ew ji bo rawestandina karên Bendava Cizîrê a ji aliyê Tirkiyê ve tê çêkirin, di warê dîplomasî de kar dikin. Hatem da zanîn ku ger bendav were çêkirin, wê metirsiyeke mezin li ser ava Iraqê çêbibe.

Hemîd di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji bo ku Bendava Cizîr a Tirkiyê temam nebe, me nivîsek bi rêya Wezareta Karên Derve ya Iraqê radestî dewleta Tikriyê kiriye.”

Hemîd destnîşankir ku Bendava Cizîr metirsiyeke mezin li ser ava Iraqê çê dike û wiha axivî: “Dibe ku ev bendav bibe sedema zûhabûna Çemê Firat û Dîcle, ger çemê Dîcle û Firat zuha bibe, wê karesetek mezin bi xwe re bîne.”

(fk)