​​​​​​​Hevseroka Şaredariya Zirganê: Dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê dike hedef

Hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê Şêrîn Miho diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefkirina navendên xizmetguzarî dixwaze şêniyan koçber bike û got, berdewamkirina xebatê bersiva herî baş a li dijî sûcên dagirkeran e.

​​​​​​​Hevseroka Şaredariya Zirganê: Dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê dike hedef
29 nîsan, 2022   03:32
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Ji dema êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ve ku 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur, başûr û rojava yên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran dikin.

Dagirker ji baregehên xwe yên li gundên Bab El-Xêr û Dawidiye ku dagirkirine, navenda bajar, taxên wê yên rojava, gundên Esediyê, Mihermele, Til Emîr, Mezra, Til Werd û Dada Ebdal bi dijwarî topbaran dikin.

Di encama topbaranê de ziyanên mirovî û madî çêdibe. Li gorî hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê, navendên xizmetguzarî yên li navenda navçeyê jî ji wan şaredariya gel zêdetirî 6 caran hate topbarankirin.

Şêrîn Miho diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji topbarana li ser navendên xizmetguzarî û perwerdeyê yên navçeyê ew e ku şêniyên navçeyê koçber bike û navçeyê dagir bike.

Şêrîn Miho destnîşan kir bersiva herî baş a li hembeî hewldanên dagirekan e ew ku şaredariya gel xizmetan dewam bike û endamên wê navçeyê bi rêxistin bikin û got: "Armanca dagirekran ji van êrişan ew e ku xebatên xizmetguzariyê rawestînin û şêniyan neçarî koçberiyê bikin."

Topbarana li ser dibistan û saziyên xizmetguzarî ji binpêkirinên xeter ên qanûnên mirovî di dema şeran de ye. Li gorî dadgeha cînayetên navneteweyî û peymana Ceneva 1949`an de ku ew jî sûcekî şer e.

(bx)

ANHA