​​​​​​​Li Efganistanê teqîn: Bi kêmanî 9 kes mirin

Li bajarê Mazar El-Şerîf ê bakurê Efganistanê teqîn di 2 mînîbusên bombebarkirî de pêk hatin, herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

​​​​​​​Li Efganistanê teqîn: Bi kêmanî 9 kes mirin
28 nîsan, 2022   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarê Mezar El-Şerîf ê eyaleta Belxê li dijî du mînîbusan êrişeke bombeyî pêk hat.

Polîsê parêzgehê ragihand ku di êrişan de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.

Polîsan da zanîn ku rêwiyên Şîî bûne armanc.

Berdevkê polîsê parêzgeha Belxê Asîf Wezîrî ji AFP’ê re got: “Dijminên Efganistanê di navbera gelê me de alozî û dubendiyê çêdikin.”

Hefteyek beriya van teqînan, di êrîşa bombeyî ya li ser mizgefteke Şîeyan ya li Mezar El- Şerîf de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.