Rojnameyên erebî: Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sermiyanê malbata El-Esed eşkere kir

Rojnameyên erebî vê sibê der berê eşkerekirina Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya sermiyana malbata El-Esed, rewşa Tunisê û pirsgirêka petrolê li Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sermiyanê malbata El-Esed eşkere kir
Rojnameyên erebî: Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sermiyanê malbata El-Esed eşkere kir
Rojnameyên erebî: Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sermiyanê malbata El-Esed eşkere kir
29 nîsan, 2022   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

`WEZARETA KARÊN DERVE YA AMERÎKAYÊ SERMIYANA MALBATA EL-ESED EŞKERE KIR`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Duh Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya li bendewarî ji Kongresê re pêşkêş kir ku sermiyana serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed û malbata wî eşkere dike. Li gorî raporê sermiyan di navbera milyarek û 2 milyar dolar de ye.

Di raporê de deteyên têkildarî sermiyana El-Esed, hevjîna wî, birayê wî Mahir, xwişka wî Buşra, xizmên wî, Ramî Mexlûf, Îhab Mexlûf, Riyad Şalîş û apê wî Rifat El-Esed hatin eşkerekirin. Di raporê de tê bibîrxistin ku wezaretê nekariye sermiyanên zarokên Beşar El-Esed; Hafiz, Zên û Kerîm binirxîne. Ji ber ku deta li ber destê wê kêm in. Dibe ku ji ber vê yekê, kongres wê rexne bike.

Li gorî raporê sermiyana malbata El-Esed di navbera milyarek û 2 milyar dolar de ye. Piraniya wê li ser navên kesên din hatine qeydkirin da ku milkiyata wan eşkere nebe û ji cezayan birevin.”

`QEYS SEÎD: NA JI DIYALOGÊ, LIHEVHATIN Û NASKIRINÊ RE`

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Tunsiê Qeys Seîd bi rakirina slogana na ji diyalogê, lihevhatinê û naskirinê re bersiva tevgerên dawîn ên hevrik û rexneyên navneteweyî yên der barê rewşa siyasî ya li welêt de da.

Ji axaftina serok Qeys Seîd a ku li ser malpera serokatiya komarê ya li ser facebookê hatiye belavkirin, xuya dibe ku Qeys bersiva tevgerên dawîn ên opozîsyonê dide, herî dawî ragihandina siyasetmedarê muxalif Ehmed Necîb El-Şabî ya avakirina Eniya Xilasiya Nîştimanî da ku fişarê li serokkomarê welêt bike.

Ev enî ji 5 partiyan di nav de Nehda heye û 5 rêxistinan pêk tê. Ev enî banga avakirina hikuemteke demkî dike ku hikumetê bi rêve dibe heta ku hilbijartin bên lidarxistin.

`HEWLDANÊN DÛRXISTINA PETROLA LÎBYAYÊ JI NAKOKIYA LI WELÊT`

Girêdayî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Êdî nîşaneyên bidestxistina îradeyên petrolê xuya dibin da ku aloziya qada enerjiyê bê çareserkirin ku di encama nakokiya navbera hikumetên Fethî Başaxa û Ebdulhemîd El-Debîbe de rû daye.

Serokê hikumetê yê erkdarkirî Fethî Başaxa ji serokê Meclisa Rêveberiya Saziya Nîştimanî ya Petrolê Mistefa Sinûllah xwest ku bi lez pêşniyarên xwe yên der barê mekanîzmeya pêwîst a parastina qezenca qada petrolê de, pêşkêş bike.

Li gorî Başaxa divê li ser mekanîzmeyên diyar bê lihevkirin da ku qezenca îradeyên petrolê di hesabên bankê yên Saziya Nîştimanî ya Petrolê de bimînin, heta ku qanûna budceyê ji aliyê Meclisa Parlamenteran ve derdikeve. Bi şerta ku fon li karmendan bê belavkirin.”

(şx)