Li Hesekê bîranîna 58 şehîdên meha Nîsanê

Îro bi merasîmekê şêniyên Hesekê 58 şehîdên meha Nîsanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Hesekê bîranîna 58 şehîdên meha Nîsanê
Li Hesekê bîranîna 58 şehîdên meha Nîsanê
Li Hesekê bîranîna 58 şehîdên meha Nîsanê
28 nîsan, 2022   12:28
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 58 şehîdên ji Hesekê ku li dever û demên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Di merasîmê de ji fermandarê Meclisa Giştî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û got hewcedariya qonaxê bi kedeke mezin heye da ku li dijî kiryarên gelê Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin were sekinandin.

/ar/uploads/files/2022/04/28/114111_hsyn-slmw-28small29.webp

Merasîma bibîranînê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê ya li gundê Dawidiyê li dar ket. Bi dehan şêniyên Hesekê, malbatên şehîdan, şervanên QSD`ê, YPJ, YPG`ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên bajêr tev li merasîmê bûn.

Destpêka merasîmê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Hesekê Ebdî Şêxo axivî û got: "Em îro şehîdên di oxira parastina erdê me ji teror û dagirkiran canên xwe feda kirin, bi bîr tînin. Şehîd rêberê me yên rastî ne ku rêya me ronî kirin."

Şêxo îşaret pê kir ku divê li dijî dewleta Tirk a dagirker û dijminê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta mîsogerkirina armancên şehîdan, asta têkoşîna xwe bilind bikin. Şêxo bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku rêya şehîdan bişopînin û parastina destkeftiyên wan bikin.

/ar/uploads/files/2022/04/28/114144_abd-shykhw-28small29.webp

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî soza şopandina hêzên wan ji parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Selmo diyar kir ku hewcedariya vê qonaxê bi kar û xebatê heye, da ku li dijî êrişên li ser gelê Kurdistanê bisekinin. Di dawiyê de jî fermandar soza xurtkirina xeta berxwedan û têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan da.

Di dawiya merasîma bibîranîna şehîdan de sînevîzyonek hate nîşandan.

(eh)

ANHA