Yekitiya Êzidiyan a Helebê hewldanên têkbirina destkeftiyên Şengalê şermezar kir

Yekitiya Êzidiyan a Helebê komploya dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK`ê û hikumeta Iraqê ji bo têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê, şermezar kir û bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û êrişa li ser gelê Kurd li Şengalê rawestînin.

Yekitiya Êzidiyan a Helebê hewldanên têkbirina destkeftiyên Şengalê şermezar kir
28 nîsan, 2022   11:54
HELEB

Yekitiya Êzidiyan a bajarê Helebê îro bi daxuyaniyekê şandina sewqiyetên leşkerî û hêzên mezin a artêşa Iraqê di 25'ê Nîsanê de bo Şengalê û gundên derorê, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Êzidiyan a Helebê Rîme Sîdo ve li ber navenda wan ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat xwendin û bi dehan endamên yekitiyê beşdarê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rewşa aborî ya xirab a Tirkiyê ku gefê hilweşînê dixwe, dihêle ku dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên qirêj li dijî gelê Kur dli Şengalê dewam bike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker her tim êrişên xwe li ser Şengalê didomîne. Wekî em dibînin careke din bi kevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê bi komployên li pey hev hewl dide Rêveberiya Xweser a ku bi saya xwîn û fedekariya şehîdan hatiye avakirin, têk bibe."                     

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedan rêbazê herî guncaw ji bo têkbirina plan û komployên li dijî projeya demokratîk e û wiha dewam kir: “Hikumeta Iraqê bi lêkirina dîwar tê nebû, niha jî êrişî Asayîşa Êzidxanê dike ya ku  gelê me yê Şengalê diparêze.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hebûna Kurdan rawestînin.

(dx)

ANHA