Hikmet Hebîb têkildarî Peymana Civakî beşdarî bernameyeke ANHA`yê dibe

Îro endamê Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmet Hebîb mêvanê bernameya taybet a ajansa me ye.

Hikmet Hebîb têkildarî Peymana Civakî beşdarî bernameyeke ANHA`yê dibe
28 nîsan, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hindik maye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komîteyekê ji pispor, siyasetmedar û nûnerên pêkhateyên herêmê, reşnivîsa Peymana Civakî ya nû ji bo herêmê bi dawî bike.

Reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 4 beşên sereke pêk tê; Rêgezên sereke, maf û azadiyên bingehîn, sîstema civakî û hikumên giştî.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî jî lidarxistina civînan bi endmaên saziyên Rêveberiya Xweser re û guhdarîkirina pêşniyar û nêrînan dewam dike û dê reşnivîsê pêşkêşî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da ku erê bike.

Têkildarî bendên reşnivîsa Peymana Civakî û girîngiya wê, îro di saet 17:00`an de li gorî dema Qamişlo, ajansa me bi hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û Endamê Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmet Hebîb re bernameyeke taybet diweşîne.

Dikarin bernameyê li ser ajansa me û bi rêya malperên ANHA`yê li ser medya dijîtal bişopînin

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

(cx)