Komîteya Sazkirina Peymana Civakî reşnivîsa peymanê li Eyn Îsa nîqaş kir

Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê reşnivîsa Peymana Civakî bi Meclisa Kantona Girê Spî û beşên civakê yên ji Girê Spî û navçeya Eyn Îsa re nîqaş kir.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî reşnivîsa peymanê li Eyn Îsa nîqaş kir
28 nîsan, 2022   11:43
EYN ÎSA

Civîna li hola civînan a navçeya Eyn Îsa li dar ket û beşên civakê yên ji kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa, hevserokên komîn, meclisên navçeyan û şaredariyên girêdayî kantonê, endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Herêma Firatê Hisên El-Şêx, Fayîze Ebdî, Necat Musle û Leyla Ehmed beşdarî civînê bûn.

Di civînê de bendên sereke û madeyên Peymana Civakî ku ji rêgezên bingehîn, hiqûq, maf, rêxistinkirina civakê û hikumên giştî pêk tên, hatin xwendin.

Endamên komîteyê li ser daxwaza beşdaran bend şîrove kirin, beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Sazkirina Peymana Civakî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên bi vî rengî li dar xistin, da ku naveroka peymanê bi şêniyên herêmê re parve bike û pêşniyarên wan bigire. Piştre dê reşnivîs ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were erêkirin.

(eh)

ANHA