Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe didomîne

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Qamişlo û Amûdê bi aliyên cuda re civiya û li pêşniyarên wan guhdarî kir.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe didomîne
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe didomîne
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe didomîne
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe didomîne
28 nîsan, 2022   11:46
QAMIŞLO

Di çarçoveya civînên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser bi sazî û yekitiyan re li dar dixe, da ku reşnivîsa peymanê şîrove bike, îro komîte li herêma Cizîrê ya Qamişlo bi desteyên Rêveberiya Xweser re û li navçeya Amûdê jî bi endamên meclis û komînan re civiya.

Ev civîn bi armanca şîrovekirina reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha da ku her 99 made werin nîqaşkirin û li nêrîn û pêşniyarên beşdaran were guhdarkirin, têne lidarxistin.

Li Qamişlo civîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û bi beşdariya bi dehan endamên Desteyên Rêveberiya Xweser ên Herêma Cizîrê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dar ket.

Destpêkê endamên komîteyê Asya Ebdullah, Mûwefeq Ehmed û Corcêt Bersûm reşnivîsa peymanê xwend.

Piştî xwendina reşnivîsê bi dawî bû, li nêrînên beşdaran ên têkildarî peymanê hate guhdarkirin da ku radestî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.

AMÛDE

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/mbNPZHEPln4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Amûdê Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi meclis û komînên gundên navçeyê re civiya. Komîte ji Arya Mele Mihemed, Hikmet Hebîb û Îlham Îsa Mitlî pêk tê.

Civîna li hola Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya li bajarê Amûdê li dar ket, bi beşdariya bi dehan endamên meclis û komînên gundên Topiz, Topo, Çaxir û Sinceqa Sadûn bi rê ve çû.

Piştre komîteyê reşnivîsa Peymana Civakî xwend û beşdaran bendên wê nîqaş kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku piştî civînên bi saziyan, meclis û komîn û desteyan re bi dawî bibe dê bi tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî bicivin.

(eh)

ANHA